Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sala nû qanûnên nû bi xwe re tîne

Hat weşandin tisdag 29 december 2015 kl 12.08
Bijareyek ji qanûnên nû.
(5:36 min)
Pirtûka qanûnên Swêdê ya sala 2015an. Wêne: Jessica Gow / TT.
Pirtûka qanûnên Swêdê ya sala 2015an. Wêne: Jessica Gow / TT.

Bi sala nû re weke hersal qanûnên nû jî dest pê dikin. Bo mînak izna bavan dibe sê meh, erzaniya karê nava malê tê guhertin, baca benzînê zêde dibe û di keştî, otobûs û trênên ku têne Swêdê de kontrola nasnameyê dest pê dike.

Qanûneke nû ku gelek axaftin li ser tê kirin biryara hikûmetê ya li ser kontrola nasnameyan e. Ango ji 4ê meha yekê û pê de di trên, otobûs û keştiyên ku dikevine Swêdê de nasname dê werine kontrol kirin. Eger li gor nirxandinê nîzam û ewlehiya giştî ya welêt di tehlûkeyê de be nasname dikarin werine kontrol kirin. Ji ber ku hikûmet rewşê bi tehlûke dinirxîne vê biryarê dide.

Bi vê re divê penaberên ku tên nasnameya xwe nîşan bidin û wê demê ew ê nikaribin ji Swêdê bibuhurin û herine Norwec an Fînlandê. Hêvî ew e ku bi vê re penaberên ku dixwazin werine Swêdê dê kêm bibin.  

Wezîra avahîsaziya bingehên Anna Johansson di nîqaşa li ser vê qanûnê de li parlamentoyê dibêje sîstema wergirtina penaberan û refaha welêt di bin tahdeyeke mezin de ye, loma hikûmet standina biryareke mezin hewce dibîne. Ew diyar dike ku vêga bi awayekî bihêz tedbîr neyêne standin encamên xerab ê derkevine holê.

Herwiha sîstema rêberên xwegirtinê yên penaberên nûhatî jî bi sersalê re tê betal kirin. Van rêberan di mijarên cuda de alîkariya penaberan dikirin.

Lê di eslê xwe de hê meha duyan a vê salê Daîreya Karî girtina rêberan dabû rawestandin û bi vê re di praktîkê de sîstem ji vêga ve betal bûye. Ji ber ku di nav şirketên rêberan de çalakiyên neqanûnî hatibûne tesbît kirin biryara betalkirinê hatibû dan.

Midûrê giştî yê Daîreya Karî Mikael Sjöberg wê demê wiha gotibû:

Sjöberg dibêje problemên ku ev demek e hebûn mezintir û xerabtir bûne. Îro sûcdariyeke mezin a organîze, tehdîd û zorlêkirin di sîstemê de tê dîtin. Em nikarin kalîte û ewlehiya sîstemê garantî bikin.

Sînorê sîgorteya nexweşiyê jî ji yekê meha duyan pê ve tê betal kirin. Ev tê wê maneyê ku êdî kesek ji ber ku wextê nexweşnivîsî hatiye dagirtin ji sîgorteya xwe nabe. Di halê hazir de sîgorteya nexweşiyê 2 sal û nîv in.

Ji sersalê û pê de kesên ku xizmeta tamîr û avakirinê bikirin (rot-avdrag) dê ji dêlva ji sedî 50î ji sedî 30ê mesrefan ji baca xwe bikujin. Ji xeynî kesên ser 65 salan re ji bo kesên ku xizmeta nava malê (rut-avdrag) dikirin mesref ji 50 000 kronî dadikeve 25 000î û bartenderî, çêkirina xwarinê û paqijkirina luks a malê nakeve bin jêkuştina xizmeta nava malê.  

Berdevkê pirsên ekonomiyê yê Partiya Gel Erik Ullenhag bifikar e û tirs dike ku ev guhertin dê tesîreke nebaş li bazara karî bikin.

Erik Ullenhag dibêje karên sivik li Swêdê kêm in, ji dêlva em reformên ku karên sivik zêde dikin pêk bînin, bi guhertinên wiha mercên bazara karî têne zehmet kirin.

Herwiha di beşê ekonomiyê de baca benzînê tê bilind kirin, baca kesên teqewîd ên bi meaşê kêm tê nizm kirin û ji bo kesên bi meaşê bilind jêkuştina baca kar jî tê kêm kirin.

Eger ji ber rîska pêkanîna çalakiyeke sûcî li welatekî Yekîtiya Ewropayê têkiliya bi kesekî re hatibe qedexe kirin ev ê li Swêdê û hemû welatên din ên yekîtiyê jî lê be. Heman tişt ji bo biryarên ku li Swêdê têne dan jî wisa ye.

Bi sala nû re meheke zêde bi ser izna bavîtiyê ve tê kirin û bav ê karibin 3 mehan izna bipere bistînin. Ew nikarin van 3 mehan bidine dayikan û li şûna vê kar bikin.

Wezîra sîgorteyên civakî Annika Strandhäll:

Annika Strandhäll dibêje ev tişteke ku em bi heyecan li bendê ne. Em dizanin ku ji bo pêşvebirina wekheviyê û ji bo wekhevkirina izna dêûbavan ev pirseke sereke ye.

Herwiha alîkariya pereyî ku dema dê û bav li malê li cem zarokên xwe diman ji şaredariyê distandin dê were betal kirin. 

Ji ber ku bo mînak jinên bi eslê biyanî yên bi perwerdehiya kêm li şûna kar peyda bikin serî li vê alîkariya pereyî didan û li malê diman, rexne li vê alîkariyê dihate kirin ku ev tesîreke ne baş li entegrasyon û wekheviyê dike. Lê di heman demê de ji xwe hejmareke kêm daxwaza vê alîkariyê dikirin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".