Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezîrê koçê: Biryarnameya Dublînê betal bikin

Hat weşandin tisdag 29 december 2015 kl 14.09
Sîstemeke levakirinê dixwaze.
(1:54 min)
 Jessica Gow / TT
Wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson. Wêne: Jessica Gow / TT.

Krîza penaberan a dawîn kiriye ku qaîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên li ser penaxwaziyê rûxîne. Yekîtî êdî nikare Biryarnameya Dublînê bi cih bîne

 

Li gor Biryarnameya Dublînê divê penaber li welatê pêşîn ê yekîtiyê ku ew digihinê werine qeyd kirin. Lê ji 150 000 penaberên îsal tenê ji sedî 15ê wan di databasa dewsa teliyan a Yekîtiya Ewropayê de hatine qeyd kirin.

Ji ber ku penaber li welatê pêşîn ê ew digihinê nayêne qeyd kirin ew dikarin di nava yekîtiyê de berdewam bikin û biçine welatên din. Û ji ber ku gelek penaber dixwazin werine Swêd û Elmanyayê, barê van welatan gelekî giran dibe.

Vêga wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson dixwaze Biryarnameya Dublînê bi temamî betal bike û li şûna wê sîstemeke levakirina penaberan a di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de bide qebûl kirin da ku hemû welat weke hev penaberan werbigirin.

Morgan Johansson:

Johansson dibêje li gor vê sîstema levakirinê penaber li ser sînorê Yekîtiya Ewropayê penayê dixwazin û peyre li welatekî bi kapsîteya qebûlkirinê têne bi cih kirin.

Piştî sersalê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dê pêşniyazan ji bo baştirkirina Biryarnameya Dublînê pêşkêş bike. Lê welatên ku hejmarên herî mezin ên penaberan werdigirin. Swêd, Elmanya, Awistirya, Yûnanistan û Îtalya dixwazin Biryarnameya Dublînê betal bikin û li şûna vê sîstemeke levakirinê ya adil deynin.

Lê piraniya welatên yekîtiyê dixwazin Biryarnameya Dublînê biparêzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".