Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Moderat: Qaîdeyên penaxwaziyê bijidînin

Hat weşandin onsdag 30 december 2015 kl 09.54
"Qaîdeya 4 salan bikine 8 sal"
(2:51 min)
Berdevka pirsên bazara karî ya Moderatan Elisabeth Svantesson bi seroka Partiyê Anna Kindberg Batra re. Wêne: Tomas Oneborg / SvD / TT.
Berdevka pirsên bazara karî ya Moderatan Elisabeth Svantesson bi seroka Partiyê Anna Kinberg Batra re. Wêne: Tomas Oneborg / SvD / TT.

Partiya Moderatan bi pêşniyazekê nîşan dide ka ew çawa dixwazin qaîdeyên penaxwaziyê bijidînin. Kesên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye red kirin divê 8 salan bisekinin ji bo careke din karibin daxwaza penaberiyê bikin.

Elisabeth Svantessona Moderat dibêje ji ber ku gelek kes dema daxwaza wan tê red kirin xwe li welêt diveşêrin divê qaîde were jidandin.

Svantesson dibêje 22 000 mirov ku diviyabû vegerin xwe li Swêdê diveşêrin. Loma em dibêjin demeke dirêj a weke 8 salan dê baş e. Divê qanûn neke ku mirov xweveşartinê weke çareseriyekê bibînin. Bi taybetî vêga dema gelek kes daxwaza penaberiyê dikin daxwaza gelekan ê were red kirin jî.

Di halê hazir de eger daxwaza mirov a penaberiyê li saziya bilindtirîn were red kirin, divê mirov çar salan bisekine heta mirov karibe careke din serî li penaberiyê bide. Partiya Moderatan vêga dibêje ji bo ku piştî 4 salan careke din serî li penaberiyê bidin gelek penaber xwe diveşêrin û eger ev dem weke 8 salan were dirêj kirin ev ê ji bo çareserkirina vê problemê baş be.

Ti raporên Daîreya Koçê ku hejmara kesên redkirî ne û xwe diveşêrin nîşan didin nînin. Lê baweriya Moderatan ew e ku qaîdeya 4 salan ne bes e û divê were dirêj kirin.

Ti planên hikûmetê ji bo guhertina qaîdeyê nînin û Partiya Çep jî dixwaze qaîdeya 4 salan biparêze. Partiya Lîberalan û Demokratên Xristiyan nêrînên xwe li ser mijarê diyar nekirine.

Li gor Partiya Navendê rîska xweveşartinê dê tim hebe. Berdevka partiyê ya pirsên koçê Johanna Jönsson dibêje divê mirov ji bîr neke ku gelek caran mirovên hatine red kirin, lê nikarin werine dersînor kirin li Swêdê dimînin.

Jönsson dibêje piraniya caran ji ber ku welatê ku penaxwaz ê were şandin naxwaze penaxwaz qebûl bike yan jî ji ber sedemên din penaxwaz nikare were şandin û wê demê ew li Swêdê dimînin. Partî loma bawer nake ku guhertina qaîdeyê dê alîkariyekê bike.

Xuya ye ku tenê Partiya Demokratên Swêdê bi Moderatan re hemfikr e û heta pê pêşniyazên wan ên ji yên Moderatan jî dijwartir hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".