Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûna nû ya cudakariyê nayê bi kar anîn

Hat weşandin onsdag 30 december 2015 kl 11.21
Gelek îstisna tê de hene
(1:34 min)
Janerik Henriksson / SCANPIX
Wêne: Janerik Henriksson / SCANPIX.

Berî salekê qanûneke nû ya cudakarî ango dîskrîmînasyonê dest pê kir û li gor vê divê şirket, komele û daîreyên dewletî astengiyên sivik ji holê rakin da ku kesên kêmendan hesantir bigihine van deran.

Bo mînak heye ev weke rakirina bendan an jî ji bo kesên kor xwendina menûya restoranan be.

Lê bi qasî ku di salekê de 300 gilî ji ber gihîştbariya bikêmasî hatine kirin ti ji van nehatine dadgeh kirin.

Berî qanûn dest pê bike rexne dihatine kirin ku ev bêkêr e. şirketên ku ji dehan kêmtir karkerên wan hene ji binî ne mecbûr in li gor vê qanûnê tev bigerin û di qanûnê de gelek îstisnayên din jî hene.

Di rewşên ku ombudsmanê cudakariyê cudakariyeke zelal dîtiye de jî gilî ji bo dadgehkirinê nehatiye şandin. Carolina Stiwenius li Ombudsmaniya Cudakariyê hiqûqzan e. Li gor wê ev gelekî ecêb e.

Carolina Stiwenius dibêje xaleke di qanûnê de ku weke nirxandinên maqûl tê bi nav kirin ji aliyê hiqûqî û teknîkî ve gelekî tevlîhev e. Ew dibêje wan berî qanûn dest pê bike kêmasî û zêdebûna îstisnayên di qanûnê de diyar kiribûn û di halê hazir de ew nikarin bêjin ka ev zêde bûne yan na.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".