Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Säpo re malûmat diherike

Hat weşandin onsdag 30 december 2015 kl 13.58
"Me ti caran ev qas malûmat negirtibû"
(0:53 min)
Fredrik Sandberg / TT
Wêne: Fredrik Sandberg / TT.

Polîsê îstixbaratê yê swêdî, Säpo ti caran bi qasî vê payîz û zivistanê agahî û malûmat ji gel negirtibû.

Li gor midûrê Säpo Anders Thornberg rewşa ewlehiya ya dawîn sedemeka vê yekê ye.  

Anders Thornberg dibêje em van malûmatan didine ser hev da ku dema tehdîdek rû bide werine bi kar anîn.  

Ev malûmat hem ji gel hem jî ji kesên ku midûrê Säpo weke partnerê hevkariyê bi nav dike tên. Agahî bi awayekî navneteweyî ji rêxistinên îstixbaratê û polîsên welatên din jî tê wergirtin.

Li gor Anders Thornberg gelek agahî ji aliyê dê û bav û xizmên kesên ku diçine herêmên şer jî tê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".