Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bakteriyên xweragir li Swêdê zêde dibin

Hat weşandin onsdag 30 december 2015 kl 15.17
Li Ewropayê jî zêde dibin.
(0:52 min)
 Lars Pehrson / SvD / TT.
Wêne: Lars Pehrson / SvD / TT.

Bakteriyên ESBL-carba ku li dijî antîbiyoktîkayan xweragir in li Swêdê zêdetir têne dîtin. Sala 2014an hejmara kesên ku ev bakterî bi wan re hatibû dîtin 47 bû, îsal ev hejmar bûye 100.

ESBL-carba bêje li dijî hemû antîbiyotîkayan dikare xwe bigire, loma tedawiya nexweşên bienfeksiyon ku ev bakterî bi wan re heye gelekî zehmet e. Di halê herî xerab de divê beşê laş ê bienfeksiyon were jê kirin.

Li welatên din ên Ewropayê jî ev bakterî zêdetir têne dîtin. Statîstîkên Enstîtuya tenduristiya gel nîşan didin ku piraniya nexweşan ev bakterî li Asya yan jî li Rojhilata Navîn girtine.

ESBL-carba cara pêşî sala 2007an bi hespekî re hatibû dîtin û ji wê rojê ve hejmara nexweşên bi vê bakteriyê her ku diçe zêdetir dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".