Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyaseta Swêdê di 2015an de

Hat weşandin onsdag 30 december 2015 kl 17.18
Saleke tijî bûyer û guhertin
(7:54 min)
Sveriges flagga. Foto: Henrik Montgomery/TT.
Alaya Swêdê. Wêne: Henrik Montgomery/TT.

Partiyine ku siyaseteke koçê ya gelekî çavfireh dimeşand, di 2015an de derî li penaxwazan girt, û wezîra derve Margot Wallström bû sedema derizandina têkiliyên Swêdê bi Erebistana Siûdiyê û Îsraîlê re.

Åsa Romson, hevseroka Partiya Jîngehê û cîgira serokwezîr Stefan Löfvén, di konferenseke çapemeniyê de li gel serokwezîr Löfvén, biryarên hikûmetê pêşkêş kirin, bi armanca ku hatina penaxwazan bo Swêdê bisekinînin. Wê got ku ew mecbûr bû li hevkarên xwe yên di partiyê de, ku li şaredariyan kar dikin, guhdarî bike

Bi xwe di destpêka salê de, hin partiyên rast,  mîna Moderatan û Demokratên Xiristiyan, siyaseta xwe ya koçê guhert, bo nimûne, di destpêka 2015an de, serokê wê demê yê Demokratên Xiristiyan xwest ku îqametên demkî bo 3 salan bidin, û paşê Moderat jî ber bi wî aliyî ve çûn.

Di destpêka meha 9an de, dema ku wêneyê Alan Kurdî, yê 3 salî, hate belavkirin, pêleke ecêb li Swêdê hate pêş ku dixwest Swêd bêhtir penaber bihewîne. 

Serokwezîr Löfvén di xwepêşandanekê ji bo penaberan de got ku ”Ewrûpaya min, Ewrûpaya ku ez nas dikim, sûr û dîwaran lê nake. Piştî wê bi kêmî 2 mehan, partiyên hikûmetê li gel partiyên hevbenda burjuwa Alliansen derketin û ragehandin ku Swêd niha tenê îqametê demkî dide penaxwazên bê zarok.

Piştî wê ragehandinê bi mehekê, hate ragehandin ku ji destpêka 2016an ve dê nasname li ser otobus, tirên û gemiyên ku tên Swêdê werin kontrolkirin, bi armanca ku kêmtir kes werin Swêdê û daxwaza penaberiyê bikin. Åsa Romson, cîgira serokwezîr, di eynî wê hevdîtina çapemeniyê de got ku wan bi dilekî teng û tahl ev biryar standin.


 

Ji aliyê siyaseta derve ve:

Tê zanîn ku hikûmetê piştî qezenckirina hilbijartinên 2014an, ragehand ku ew dê siyaseteke derve ya femînîst bimeşînin, wate bi giraniya ser karê aştiyane û mafên jinan. Ev diruşm di 2015an de jî gelek caran hate bikaranîn.

Lê karê wezîra derve Margot Wallström ê dîplomatî vê salê gelek caran hate rexnekirin. Ji dema ku hikûmetê dewleta Filîstînê weke dewleteke serbixwe qebûl kir, rexne ji aliyê Îsraîlê û hindek partiyên Swêdê ve dijî hikûmetê hate nîşankirin. Û di 2015an de, Margot Wallström gelek daxuyanî û gotin derbarê Îsraîlê de kirin, ku dîsan bûn cihê rexneyê ji aliyê Îsraîlê û partiyên burjuwa. 

 Bo nimûne, dema ku behsa kiryarên terorîst ên li Ewrûpayê dihate kirin, û çûna ciwanên ji Ewrûpayê bo tevî Daişê bibin, Margot Wallström behsa Îsraîlê kiribû û gotibû ”gerek mirov fêhm bike bê çima ciwanên Filîstînê wisa dikin”. Piştî wê bi çend rojan, Margot Wallström di nîqaşekê de li parlamêntoyê behsa ”îdamkirinên ne hiqûqî” kir, mebesta wê ew kesên filîstînî ku li Îsraîlê tên kuştin, ji ber ku wan hewl dida ku kiryareke terorîst bikin, li gor dezgehên Îsraîlê.

 

Margot Wallström herweha bi tundî rexne li Erebistana Siûdiyê jî kirin, nexasim dema ku biryara dadkirina nivîskarê blogê Raif Badawi bi 10 sal zindan û 1000 qamçiyan hate derxistin, ji ber ku wî îhaneta îslamê kiribû. Wê demê Margot Wallström got ku ”gerek rexne li wê mêntalîteya berî dema navîn ya berî 500 salî were kirin:

 

Piştî mehekê, wê Erebistana Siûdiyê weke dewleteke dîktator bi nav kir. Piştî van daxuyaniyan, Siûdiyê biryar da ku çi kesê swêdî bixwazibe here Siûdiyê, gerek pêşî vîzayê bistîne. Ev yek tahde li karê bazirganiyê kir û gelek nûnerên endustrî û bazirganiyê nameyên protestoyê şandin bo Wallström. Wezîra derve herweha ji beşdarbûna civîneke welatên erebî hate sekinandin. Lê paşê têkilî dîsan hatin tamîrkirin.

 Wekî din, di 2015an de, hemû partiyên hevbenda burjuwa, Alliansenê, ragehandin ku ew dixwazin Swêd tevî Natoyê bibe. Berî tenê partiya Lîberalan û Moderatan ev pirs dianîn rojevê û ji bo endambûna Swêdê di Natoyê de digotin erê, lê paşê hem Partiya Navendê û hem Demokratên Xiristiyan di kongireyên xwe de biryar dan ku partiyên wan jî piştgiriya endambûna Swêdê di Natoyê de dikin.

 Xaline din ku hêja ne werin behskirin, ew e ku Swêdê nêzîkî 30 leşkerên xwe şandin herêma Kurdistanê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan.

Herweha hevserokê Partiya Gelan ya Demokratî, HDP, Selahattin Dermitaş di serdanekê de hevdîtinek bi wezîra derve Margot Wallström re li dar xist, ku di wir de hate binxêzkirin ku gerek proseya aştiyê û diyalogê li Tirkiyeyê were berdewamkirin û xurtkirin.

 Ev gotin berî hilbijartina dawiyê ya li Tirkyeyê bûn. Piştî rewşa li bakurê Kurdistanê, gelek rexne li hikûmetê û welatên Yekîtiya Ewrûpayê tê kirin, ne tenê ji ber ku ew dengê xwe li dijî Tirkiyeyê hilnadin, lê belê hetanî ew pereyan jî didin Tirkiyeyê ji bo ku pêla penaxwazên ku dixwazin werin Ewrûpayê, bisekinîne. Yek ji dengên ku gelekî rexnegir bû, pisporê Tirkiyeyê Halil Karavelli bû, ku got Yekîtiya Ewrûpayê canê xwe firotiye, Tirkiyeyê ew penaber berdan Ewrûpayê ji bo ku dema ew tahdeyê li kurdan bikin, Yekîtiya Ewrûpayê nikaribe dengê xwe hil bide, û şerm e ku Yekîtiya Ewrûpayê 3 milyar Euro, ji wan 700 milyon kron ji Swêdê, didin Tirkiyeyê.

Bi awayekî giştî, siyaseta derve ya Swêdê di 2015an de bi gelek şêweyan ji salên berî wê hate guhertin. Ann-Marie Ekengren, profesora zanistên dewletê li zanîngeha Göteborgê, dibêje ku  hikûmeta berê ya burjuwa bi serkêşiya Fredrik Reinfeldt û Carl Bildt, giraniyê didan siyaseta derve di nava Yekîtiya Ewrûpayê de, û ji bo wilo, dengeke Swêdê ya xurt hebû di yekîtiyê de. Lê niha bêhtir giranî tê ser karê di nav Neteweyên Yekgirtî de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".