Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kontrola nasnameyan a pirkrîtîk îro dest pê kir

Hat weşandin måndag 4 januari 2016 kl 10.54
"Serê sibehê sakîn derbas bû."
(3:31 min)
Johan Nilsson / TT / Kod 50090
Wêne: Kontrolant li Kastrupê nasnameyan kontrol dikin. Johan Nilsson / TT.

Li dijî hemû krîtîk û rexneyên tûj dîsa jî li gor biryara ku hikûmeta Swêdê da ye îro kontrola nasnameyan di wesayitên trafîka kollektîv a di navbera Danîmarka û Swêdê de dest pê kir. Armanc rawestandina penaberan e.

Rojnamevana danîmarkî Christina di trêna pêşîn a ku îro hate Malmöyê de bû. Ew dibêje rêwîtî sakîn derbas bû. 

Fikrên swêdiyan ên li ser kontrola nasnameyan têne guhertin. Radyoya Swêdê vê sibehê li Kastrupê bi du swêdiyên ku ji Kopenhagenê têne Swêdê re axiviye. Yek ji wan dibêje kontrol ne baş in, ev ê tesîreke gelekî xerab li rêwiyên ku dewamî diçin û tên bike û divê ber li penaberan neyê girtin. Ya din dibêje kontrol baş in û divê mirov zanibe ka kî dikeve welêt de.

Peyamnêra Radyoya Swêdê Alice Petrén serê sibehê li balafirgeha Kastrupê bû. Ew dibêje ji ber ku piraniya kesên ku di navbera Kopenahagen û Malmöyê de diçin û tên swêdiyên ku li Kopenhagenê kar dikin in û loma ji ber ku serê sibihê rêwî ji Malmöyê tên vêga li Kastrupê rewş aram e û hejmara rêwiyan jî kêm e. Hê ti kaos nayê dîtin. Lê dema karkerên swêdê êvarê vegerine malê heye rewş were guhertin.

Berî çend heftiyan hikûmetê biryar dabû ku di hemû wesayitên trafîka kollektîv de ku dê ji Danîmarkayê werine Swêdê nasname dê werine kontrol kirin. Hikûmetê kontrol spartiye şirketên veguhastinê

Eger polîs bibîne ku şirketê veguhastinê kontrola nasmaneyê nake heye ew 50 000 kron cezayê pereyî binivîsin.

Ev gelek sal in ku di navbera Kopenhagen û Malmöyê de trênên taybet ser pira Öresundsbronê re diçin û tên. Lê ji îro û pê de balafirgeha Kastrup a li derveyî Kopenhagenê dê stasyona dawîn a van trênan be, ango ew nakevine nava bajêr de.

Kontrola nasnameyan hem li aliyê swêdî hem jî li aliyê danîmarkî têne kirin.

Ji ber ku trên êdî ne ji navenda Kopenhagenê, lê ji balafirgeha Kastrupê bi rê dikevin, divê rêwî xwe bi xwe bigihînine balafirgehê.

Kontrola nasnameyê bi heman awayî di otobûsan de jî tê kirin.

ÇAWA TÊNE KIRIN?

Dema mirov tê balafirgeha Kastrupê divê mirov nasnameya xwe nîşan bide. Li vir şirketa danîmarkî DSB li pênc nuqteyan kontrolan pêk tîne.Hemû kesên ku dê werine Swêdê dê nasnameyên xwe nîşan bidin. Ji bo zarokên bin 18 salan re qaîde ne lê ye, lê tenê ku dêûbavên wan bi wan re bin. Ango penaberên zarok ên bitenê jî ku nasnameya wan nebe ew ê nikaribin werine Swêdê.  

Kontrolant wêneyê nasnameya rêwiyan digirin da ku karibin kontrolê îsbat bikin.

Li aliyê Swêdê polîsê swêdî li stasyona Hyllie kontrolan pêk tîne.

Heta niha serê 10 deqîqeyan trênek di navbera Kopenhagen û Malmöyê de bi rê diket. Ji îro û pê de serê 20 deqîqeyan yek dê ji Kastrupê rabe.

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".