Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çima jinên ciwan ji Ewrûpa digihine Daişê?

Hat weşandin måndag 4 januari 2016 kl 13.55
”Ciwan ne ehmeq in!”
(7:17 min)
Arkivbild, IS i Raqqa, Syrien. Foto: TT.
Ji Swêdê 40 jin çûne Sûrî yan jî Îraqê û gihane Daişê. Foto: TT.

Ji Swêdê hejmara jinên gihane Daişê derdorî 40 ye. Îcar gelo Daiş çawa dikare bala keçên ciwan ji Ewrûpa bikişîne ku ew dev ji her tiştê vira berdin û berê xwe bidine dojeha li Sûrî û Îraqê?

Ji Ewrûpa gelek jinên ciwan yên misilman diçine Sûrî û digihine rêxistinên mîna Daişê. Tenê ji Swêdê hejmara jinên çûne derdorî 40 ye. Îcar gelo sebeb çi ye? Daiş çawa dikare bala keçên ciwan ji Swêdê bikişîne ku ew dev ji her tiştê vira berdin û berê xwe bidine dojeha li Sûrî û Îraqê?

Yek ji wan kesên ku bi salan li ser vêya lêkolîn kiriye Katherine Brown, li Zanîngeha Birmingham ya Brîtanya ye.

Doktor Katherine Brown ji bo beşdariya semînereke li Zanîngeha Parastinê (Försvarshögskolan) hatiye Swêdê. Mijara ku ew ê di semînerê de li ser biaxive ”Gelo çima jinên ciwan yên ewrûpî digihine Daişê” ye.

Hevkarê me yê li beşê swêdî ya nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê Fernando Arias hevpeyvînek bi Brown re kiriye û ev kurdiya hevpeyvînê ye:

– Di van deh salên ku ez lêkolînê li ser çûna jinên ewrûpî ya nav rêxistinên ekstremîst dikim de rêxistina ku herî zêde derdikeve pêş Daiş e. Berya niha tu caran ewqas jin negihane rêxistineke wiha tundrew û ew vêya bi propagandaya Daişê ya serkeftî ve girê dide.

– Di propagandaya xwe de Daiş weke ku mirov texmîn dike zêde giraniyê nade ser şidet û terorê. Peyama wê ya sereke ew e ku nîşan bide ew dikare dewleteke nû ava bike ye. Banga wê ji bo jinên ciwan ev e: ”Werine vir! Hûn dikarin bibine beşek ji avakirên vê dewleta nû!”. Bi vê peyamê re Daiş hêviyekê belav dike.

– Ji bilî dayina hêviyê Daiş wêneyekî din jî belav dike. Ji jinên misilman yên li Ewrûpa re dibêje: ”Ciyê te di nav civata Ewrûpa de nîne, ew ne li gorî şêwazê jiyana te û baweriya te ye. Civak ji te hez nake! Te naxwaz e!”

Brown bi berdewamî dibêje:

– Daiş vêya ku tu li Ewrûpa nayê xwestin, nayê hezkirin bi dewleta ku ew îdia dike ku ava dike re girê dide û rolekî dide jinên ciwan yên li Ewrûpa. Dibêje di şûna ku tu li wî welatê ne li gor baweriya te û tu nayê hezkirin dijî were ”vê dewleta xwe ya nû” û di çarçoveya baweriya xwe de bijî. Û peyama Daişê ji bo van jinên ciwan ev e: Li vir, li dewleta nû pêwistî bi te heye! Tu ji bo avakirina vê dewleta nû lazim î!

Lê gelo mirovek ku tevahiya jiyana xwe di azadiya dewleteke mîna Swêd de jiya be çawa dikare bi van gotinan were xapandin û berê xwe bide ciyekî mîna Reqayê?

Kathrine Brown dibêje herkesê li Ewrûpa dijî xwe beşek ji civakê hîs nake. Gelek ji wan keçên ku çûne li Ewrûpa di rewşeke wisa de ne.

–Ew kes dikare ji civakê hatibe hermonîkirin, ji ber baweriya xwe ya islamî pêrgî dijminahiyê hatibe yan jî li mal zordarî xwaribe. Divê em ji bîr nekin ku ew azadiya em li Ewrûpa behs dikin herkesî bi heman awayî nahewîne nav xwe. Gelek kes dûrî vê azadî û serbestiyê dijîn.

Li gor polîsê îstixbaratê ji Swêdê nêzîkê 300 kesî ji bo ku bigihine Daişê çûne Sûrî û Îraqê. Ji van nêzîkê 40 kesî jin in. Piraniya sebebên çûna jin û mêran ya nav Daişê weke hev in, lê hin cudahî jî hene. Hem jin hem hem jî mêr xwe tavêjine nav macerayekê. Lê tişta ku bala zilaman dikişîne bêhtir şidet e. Ya jinan mensûbbûn, ango tevlîbûna nav civatê, nav grûpekê ye. 

Ê naxwe pêşiya van wê çawa were girtin? Katherine Brown serê xwe bi vê pirsê re jî êşandiye û pêşniyazên wê hene. Ya herî girîng li gor wê belavkirina zanînê ye da yên diçin bikaribin propagandaya Daişê bixwînin û aliyên ku Daiş di propagandaya xwe de behs nake jî bibînin.

 – Bêyî ku em wan bikin bin şik û gumanê de divê em karibin behsa van tiştan bikin, wan nîqaş bikin. Eger pêwist bibînin ku li ser van xalan biştexilin divê em îmkanê bidine wan. 

–Bi min eger em îmkana şitexalî û gotûbêja li ser van pirsan bidine wan em ê bihêlin ew bikaribin bi awayekî rexnegirî bifikirin. Û wextê ew bi propagandaya Daişê re werin beramber hev wê bikaribin îdiayên Daişê bixin bin pirsiyariyê de. 

–Ciwan ne ehmeq in, lê divê em rê ji wan re vekin, înstrumentan bidine wan ku ew bi xwe bikaribin li hemberî propagandaya Daişê rawestin û têbikoşin.

 ––––––––-

Hevpeyvîna bi swêdî: Fernando Arias

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".