Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Danîmarka dest bi kontrola pasaportan dike

Hat weşandin måndag 4 januari 2016 kl 14.09
"Ev li hemberî biryara Swêdê reaksiyonek e."
(1:58 min)
Lars Løkke Rasmussen
Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Løkke Rasmussen. Wêne: Björn Lindgren / TT.

Piştî ku Swêdê îro dest bi kontrola nasnameyan kir Danîmarka eşkere dike ku ew ê li ser sînorê Almanyayê ji bo demekê dest bi kontrola pasaportan bikin.

Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Løkke Rasmussen îro ev di civîneke çapemeniyê de eşkere kir. Kontrol dê îro ji saet 12an û pê de lê be, ango niha kontrolan dest pê kiriye.

Serokwezîrê Danîmarkayê Rasmussen dibêje hemû kesên ku ji Almanyayê tên nayêne kontrol kirin. Polîs ê ji nav rêwiyan  hinan hilbijêre û kontrol bike.

Weke destpêk kontrola pasaportan dê 10 rojan berdewam bike, lê heye ev dem were dirêj kirin.

Serokwezîrê Danîmarkayê dibêje ji ber ku Swêdê dest bi kontrola nasnameyan kiriye heye hejmara penaberên ku li Danîmarkayê dimînin zêde bibe. Ji ber ku hikûmetê wan naxwaze Danîmarka bibe hedefa nû ya penaberan divê ew tevbigerin û loma ew gaveke wiha diavêjin.

Rasmussen dibêje tişta ku me îro kir li hemberî biryarên Swêd, Norwec û Fînlandê reaksiyonek e. Em texmîn dikin ku biryara Swêdê dê tesîreke ne baş li trafîka di navbera Danîmarka û Swêdê de bike. Divê em reaksiyoneke maqûl nîşan bidin.

Rasmussen berdewam dike û dibêje ji bo Yekîtiya Ewropayê levakirine adil a penaberan pêk bîne ev sînyalek e.

Rasmussen dibêje em ji bo pêkanîna çareseriyeke ewropî her zorê li Yekîtiyê dikin. Tişta ji me re lazim li ser sînorên yekîtiyê avakirina nuqteyên wergirtina penaberan e da ku peyre ev bi awayekî adil werine leva kirin. Ji bo Yekîtiya Ewropayê sînorên yekîtiyê biparêze ev ji aliyê me ve sînyalek e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".