Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Borsaya Stockholmê xerab dest bi salê kir

Hat weşandin måndag 4 januari 2016 kl 15.10
Siûdî û Îran weke sedemekê têne dîtin.
(1:07 min)
Pontus Lundahl / TT
Wêne: Pontus Lundahl / TT.

Borsaya Stockholmê bi daketineke mezin dest bi roja pêşîn a malî ya salê kir. Li dora saet 13:00ê endeksa herî girîng a borsayê, OMXS, ji sedî 3 daketibû.

Daketin berfireh e û temamê şirketên mezin bi paş dikevin.

Ev daketin weke tesîreke daketina borsayên Asyayê tê dîtin. Li Çînê bi saeta swêdî dora nîvê şevê piştî ku borsa  ji sedî 7 daket çalakî hatine rawestandin. Tê diyar kirin ku sedema daketina borsaya Çînê statîstîkên ku frêngirtina endustiriya welêt nîşan didin e.

Tişteke din ku weke sedema daketina borsayê tê nîşan dan ew e ku Erebistana Siûdî diyar kiriye ku wan hemû têkiliyên xwe bi Îranê re birîne û dîplomatên îranî dersînor kirine. Piştî ku Erebistana Siûdî rexnegirekî li dijî rejîmê yê şiî yê bi navê Nimr el-Nimr îdam kir xwepêşandanan li Tehranê sefareta siûdî şewitandin. Biryara Erebistana Siûdî piştî vê bûyerê hat.

Bi Siûdî re çend welatên ereb ên din jî ragihandine ku wan têkiliyên xwe bi Îranê re birîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".