Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hawara xwe digihînine mamosteyên teqewîdbûyî

Hat weşandin måndag 4 januari 2016 kl 17.00
Armanc perwerdehiyeke bikalîte ye.
(1:37 min)
Lee Orberson, grundskolchef i Stockholm. Foto Peter Johansson/Sveriges Radio
Lee Orberson, berpirsê dibistanên bingehîn ên Stockholmê. Wêne: Peter Johansson/Sveriges Radio

Ji bo ku zarokên ku nûhatine Swêdê perwerdehiyeke baş bistînin û ev bi awayekî baş pêk were şaredariya Stockholmê ji mamosteyên teqewîdbûyî dipirse ka ew dikarin kar bikin.

Vê payîzê 4 500 zarokên nûhatî li dibistanên Stockholmê hatine bi cih kirin û tê texmîn kirin ku îsal 1000 zarokên nû yên wiha dê dest bi dibistanê bikin.

Lee Orberson berpirsê dibistanên bingehîn ên Stockholmê ye. Ew dibêje em stratejiyên cuda bi kar tînin da ku em ji heqî vê derkevin. Yek ji wan ev e û em ji mamosteyên teqewîdbûyî dipirsin ka ew dikarin werin kar bikin.

Orberson dibêje gelek mamosteyên teqewîdbûyî bi xwe jî tekilî bi wan re danîne û gotine ku ew dikarin werin kar bikin.

Dibistanek ku gelek zarokên nûhatî lê dixwînin Bredängsskolana li Skärholmenê ye. Vê payîzê 40 zarokên nûhatî li vir dest bi xwendinê kirine û rêveberiya dibistanê ji ber kêmasiya mamosteyan bifikar e.

Terhi Bisander li vir midûr e. Ew dibêje ez piçekî bifikar im, gelo em dikarin mamosteyan peyda bikin û zarokan beşdarî çalakiyan bikin da ku perwerdehiyeke bikalîte were dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".