Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûna nû li ser xwendekarên nûhatî

Hat weşandin tisdag 5 januari 2016 kl 12.04
"Karê mamosteyan dê zehmettir bibe."
(2:09 min)
Läraren Resha El-Issa sitter med 15-åriga Dima Amsu som gått i förberedelseklass i Borås under hösten. Foto: Maria Hansson Trens/SR
1 av 2
Mamoste Resah El-Issa bi xwendekara xwe re li Boråsê. Wêne: Maria Hansson Trens/SR
Stefan Eriksson Wêne: Maria Hansson Trens/SR
2 av 2
Stefan Eriksson Wêne: Maria Hansson Trens/SR

Bi sala nû re qanûna li ser pêşwazîkirin û bicihkirina xwendekarên ku nû hatine Swêdê dest pê kirin. Berî niha ti qaîdeyên giştî li ser vê mijarê nînbûn, loma rewş li gor şaredarî û dibistanan dihate guhertin.

Ji vir û pê de dibistan nikarin xwendekaran bi dest xwe re li sinifên normal an jî tenê li sinifên amadekirinê bi cih bikin ku fokus li ser hînkirina swêdî ye. Rewşa xwendekar dê were kontrol kirin û peyre ew dikare qismen li sinifa amadekirinê were bi cih kirin. Ango xwendekarên nûhatî dê ji serî ve karibin di sinifên normal de perwerdehiyê bibînin.

Di heman demê de ev tê wê maneyê ku karê mamosteyên ku tecrûbeya wan li ser xwendekarên nûhatî nîne dê zehmettir bibe.

Åsa Strand li Daîreya Dibistanan (Skolverket) seroka xebatên li ser perwerdehiya xwendekarên nûhatî ye.

Åsa Strand dibêje di halê hazir de ji ber ku bi navberên kurt gelek xwendekarên nûhatî tên heye kar gelekî zor be û heye pêşkêşkirina perwerdehiya ku heqê xwendekaran e zehmet be.

Li Navenda perwerdehiya pirzimanî ya li Boråsê salê kapasîteya wergirtina 200 xwendekarên nûhatî heye. Lê sala 2015an 700 xwendekarên nûhatî hatine wergirtin. Midûrê vir Stefan Eriksson qanûna nû baş dibîne, lê di heman demê de li ser zehmetiyan jî difikire.

Stefan Eriksson dibêje biya min ev qanûn baş e û divê ji zû ve dest pê kiribane. Lê dema em bi xwe li rewşê dinêrin tiştek e û mamoste ku li sinifê dê van xwendekaran werbigirin li rewşê dinêrin tişteke din e. Ew dibêje heye endîşeyên din li cem mamosteyan hebin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".