Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji ber rêyên şemitokî qeza çê dibin

Hat weşandin tisdag 5 januari 2016 kl 14.14
Rê gelekî şemitokî ne.
(1:36 min)
Johan Nilsson / TT.
Qezayek li derveyî Malmö. Wêne: Johan Nilsson / TT.

Rêyên li Swêdê ji ber rewşa hewayê gelekî şemitokî ne. Gävleborg û Skåne jî tê de li gelek deran ji ber rêyên şemitokî qezayên trafîkê çê dibin.  

Roja sêşemê berî nîvro li Malmö û gelek deverên din ên Skåneyê ji ber rêyên şemitokî 20-30 qezayan rû da.

Piraniya qezayan li rêyên li dora Malmöyê çê bûn û herwiha ji ber rewşa xerab a rêyan otobûsên şaredariyê yên nava bajêr li Malmöyê heta saet 13:00ê hatine betal kirin.

Johannes Andersson ajovanê tirekê ye ku vêga li derveyî Malmöyê şemitiye û bi otobûsekê re qeza kiriye. Ew salox dide ka qeza çawa çê bûye.

Maria Andersson li Malmö li redaksiyona trafîkê ya Radyoya Swêdê kar dike. Ew dibêje rewş ber bi başiyê ve diçe. Ew şîretan li ajovanan dike û dibêje bila navbera erebeyên li pey hev dirêj be da ku rê li ber qezayan were girtin. Herwiha leza xwe li gor trafîkê eyar bikin.

Herwiha li Gävleborg gelek tir ji ber rêyên şemitok bi qezayan re rû bi rû man.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".