Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Temenê dengdanê daxine 16 salan"

Hat weşandin tisdag 5 januari 2016 kl 15.32
”Beşdarbûn dê zêde bibe.”
(1:25 min)
Helena Landstedt / TT
Wêne: Helena Landstedt / TT.

Divê Swêd di hilbijartinên şaredarî û parêzgehan de mafê dengdanê bide kesên 16 salî.

Ev pêşniyaz ji serokê Lêkonîna Demokrasiyê (Demokratiutredningen) Olle Wästberg tê ku dixwaze di hilbijartinên  were de çalakiyên ceribandinê bibîne.

Olle Wästberg dibêje bi vî awayî beşdarbûna hilbijartinan dê zêde bibe û temenê beşadarbûnê bibe 18 sal.

Wästberg dibêje bi vî awayî em ê bi rastî temenê dengdanê bikine 18 sal. Ji ber ku demeke dirêj di navbera hilbijartinan de heye bi qasî ku mafê dengdanê 18 sal e, kesên ku cara pêşîn deng didin 20 salî ne. Lê bi vî awayî ev ê piçekî bi ser 18 salan bikeve . Herwiha ji ber ku îro ciwan kêmtir deng didin, ev ê ji bo zêdekirina beşdarbûna ciwanan jî baş be.

Li Norwec, Awistirya û hin herêmên Almanyayê mirov dikare weke 16 salî di hilbijartinên herêmî de deng bide. Tecrûbeyên ku li van welatan hatine dîtin bala serokê Lêkolîna Demokrasiyê  kişandiye û pêşniyaz tê kirin  da ku Swêd di hilbijartinên pêşiya me de vê li hin şaredarî û parêzgehan biceribîne.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".