Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE, Swêd û Danîmarkayê dixwaze civînê

Hat weşandin tisdag 5 januari 2016 kl 16.57
Wezîrê koçê Morgan Johansson di civîneke çapemeniyê de ligel komîserê koçê yê YE Dimitris Avramopoulos. Wêne: Jonas Ekströmer / TT.
Wezîrê koçê Morgan Johansson di civîneke çapemeniyê de ligel komîserê koçê yê YE Dimitris Avramopoulos. Wêne: Jonas Ekströmer / TT.

Yekîtiya Ewropayê hikûmetên Swêd, Danîmarka û Almanyayê ji bo civîneke acil siba xwestine Brukselê da ku li ser kontrolên ser sînoran biaxivin.

Komîsyonerê koçê yê yekîtiyê Dimitris Avramopoulos wezîrê koçê yê swêdî Morgan Johansson, wezîra entegrasyonê ya danîmarkî Inger Stöjberg û nûnerek ji wezareta karûbarên hundirîn a Almanyayê ji bo civînê xwestine.

Li gor berdevkekî komîsyonê armanca civînê baştirkirina koordînasyona di navbera van her sê welatan de ye.

Berpisê çapemeniyê yê Morgan Johansson, Jonatan Holst radigihîne ku Johansson dê di civînê de amade be. Li gor Holst komîsyona koçê ya Yekîtiya Ewropayê dixwaze xwe li ser tedbîrên ser sînoran ku Swêdê girtine agahdar bike. Ew ji rojnameya Exressenê re dibêje ku mijara çareserkirineke baş a pirsa penaberan jî dê were nîqaş kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".