Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE, Swêd ji ber kontrola sînoran xweste civînê

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 10.24
"Em kontrolan di demeke nêzîk de ranakin."
(2:33 min)
Komîsyonerê koçê yê YE Dimirtis Avramopoulos (rast), bi wezîrê koçê yê swêdî Morgan Johansson û wezîra entegrasyonê ya danîmarkî Inger Stöjberg re, piştî civîna acil a li Brukselê di civîna çapemeniyê de.
Komîsyonerê koçê yê YE Dimirtis Avramopoulos (rast), bi wezîrê koçê yê swêdî Morgan Johansson û wezîra entegrasyonê ya danîmarkî Inger Stöjberg re, piştî civîna acil a li Brukselê di civîna çapemeniyê de. Wêne: Geert Vanden Wijngaert/AP,TT

Piştî ku Swêd û Danîmarkayê li ser sînorên xwe dest bi kontrola nasnameyan kirin komîsyona koçê ya Yekîtiya Ewropayê doh ew, bi nûnerekî almanî re, ji bo civîneke acil xwestine Brukselê.

Di heman demê de komîsyon li ser qanûna kontrola nasnameyan a Swêdê hûr dibe ka ew ji aliyê hiqûqî ve çiqasî rast e.

Piştî civînê wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson diyar kir ku di civînê de diyar bû ku sedema tevgera Swêdê tê fêm kirin.

Morgan Johansson dibêje hem komîsyon hem jî Ewropa rewşa ku li Swêdê rû daye û berdewam dike fêm dikin.  

Piştî ku Danîmarkayê jî eşkere kir ku ew li ser sînorên Almanyayê dest bi kontrola pasaportan dikin komîsyonê daxwaza civîneke acil kir.

Komîsyonerê koçê yê Yekîtiya Ewropayê Dimitris Avramopoulos ku civîn bi rê ve bir diyar kir ku wan li hev kiriye ku divê tedbîrên ku hatine girtin di asta herî kêm de werine hiştin û di demeke herî nêzîk a mumkin de ev welat vegerine ser rewşa xwe ya asayî.

Wezîrê koçê Morgan Johansson civîna komîsyonê ji bo welatên ku bêyî sebeb dixwazin dest bi kontrola sînorên xwe bikin weke sînyaleke îqazê fêm kiriye.

Di heman demê de komîsyon biryara Swêdê ya kontrola sînoran teftîş dike. Lê wezîrê koçê Johansson li ser vê ne bifikar e.

Johansson dibêje tiştekî neasayî di vê de nabînim, hemû qanûnên ku dikarin tesîrê li seyehata azad bikin ji aliyê komîsyonê ve têne teftîş kirin.

Di halê hazir de Danîmarka ji rêwiyan hinan hildibijêre û kontrol dike. Lê wan diyar kiriye ku heye ew weke Swêdê jî bikin.

Hê nayê zanîn ka kontrola sînorê ser Danîmarkayê tesîreke çawa li hejmara penaberên ku têne Swêdê kiriye. Lê Morgan Johansson bi zelalî diyar dike ku ew ê vê kontrolê di demeke nêzîk de ranekin.

Johansson dibêje divê em pêşveçûnê meh bi meh bişopînin. Ez naxwazim ku dema em kontrolan rakin pey çend heftiyan re dîsa heftiyê 10-15 hezar penaber werine Swêdê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".