Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd bombeya hîdrojenê şermezar dike

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 11.34
”Aştiyê tehdîd dike.”
(0:55 min)
Wezîra karûbarên derve ya Swêdê, Margot Wallström. Wêne:  Janerik Henriksson / TT.
Wezîra karûbarên derve ya Swêdê, Margot Wallström. Wêne: Janerik Henriksson / TT.

Agahiyên li ser teqandina bombeya hîdrojenê ya ji aliyê Koreya Bakûr ve gelekî nearamker in.

Ev gotinên wezîra karûbarên derve ya Swêdê Margot Wallström in ku teqandina bombeya hîdrojenê hem cidî hem provokatîv dibîne.

Bi daxuyaniya xwe ya li ser bûyerê Wallström jî beşdarî koma navneteweyî ku bûyerê şermezar dikin dibe. Margot Wallström di daxuyaniyê de diyar dike ku eger teqandina bombeya hîdrojenê rast be ev hem ewlehiyê hem jî aştiyê, ne tenê li herêmê, lê li temamê cîhanê tehdîd dike û loma divê were şermezar kirin.

Teqandin hem li dijî daxuyaniyên Neteweyên Yekgirtî hem jî li dijî peymana teqandina ceribandinê ye. Swêd û Yekîtiya Ewropayê bi civakên navneteweyî bangê li Koreya Bakûr dike ku divê ew li hemberî daxuyaniyên Neteweyên Yekgirtî û peymana teqandina ceribandinê rêzdar bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".