Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wergirên xelata Palme yên îsal eşkere bûn

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 13.48
Du rexnegirên dewleta Îsraîlê.
(1:40 min)
Gideon Levy û Mitri Raheb. Wêne: Ji malpera Palmefonden.
Gideon Levy û Mitri Raheb. Wêne: Ji malpera Palmefonden.

Îro wergirên xelata Olof Palme têne eşkere kirin, lê Radyoya Swêdê hê doh karî eşkere bike ku xelata îsal di navbera filistînî û îsraîliyekî de tê leva kirin.

Ji rojnameya îsraîlî Haaretzê Gideon Levy û ji cemeeta lûteran a Betlehemê keşeyê filistînî Mitri Raheb wergirên xelata îsal in.  

Herdu kes jî ji ber nêrînên xwe yên li ser dewleta Îsraîlê ji aliyê dewletê ve gelekî têne rexne kirin û di nav gelê îsraîlî de jî qet ne hezkirî ne.

Fonda Olof Palme ji bo xebatên wan ên di pirsa Filistînê de van herdu kesan hildibijêre.

Gideon Levy di nakokiyên di navbera Swêd û Îsraîlê de aliyê Swêdê digire û di hevpeyvînekê de dibêje ”Îsraîl, dagirkerek, çawa dikare cesaret bike û naskirina Swêdê ya dewleta Filistînê rexne bike.” Ew herwiha rexneyên Swêdê yên li ser Îsraîlê jî mafdar dibîne.

Xelata Olof Palme xelateke salane ya swêdî ye ku ji bo kesên ku xebatên hêja bi rûh û fikrên Olof Palme dikin re tê pêşkêş kirin. Serokwezîrê Swêdê yê berê yê sosyaldemokrat sala 1986an bi sûîkastekê li Stockholmê hate kuştin.  Xelat ji sala 1987an ve ye ku ji aliyê rêxistina Olof Palme ve ji bo bibîranîna wî tê belav kirin.

Sala 1999an rojnamevan û nivîskarê kurd ê swêdî Kurdo Baksî ji bo xebatên xwe yên li dijî nijadperestî û nazîzmê xelata Olof Palme wergirtibû.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".