Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Sermaya ecêb li seranserê Swêdê

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 15.33
Sermaya rekor welat zetim kiriye.
(1:41 min)
Dîmenek ji Stockholma sar. Wêne: Anders Wiklund / TT
Dîmenek ji Stockholma sar. Wêne: Anders Wiklund / TT

Doh, çarşemê bi şev li ser sînorê Swêd û Fînlandê li Nairmakka termometre bin sifirê re 42.8 bû. Herwiha Karesuando û Nattavaara bin sifirê re 40.4 û bin sifirê re 40.2 bû.

Sala 2016an bi sermayeke ecêb dest pê kir. Hejmarên bin sifirê re ku seranserê Swêdê zetim kirine heta dawiya heftiyê berdewam dikin. Li Stockholmê jî serê sibehê temperatûr bin sifirê re16 bû û li dora saet 15:00 jî bin sifirê re 11 derece bû.

Sermaya ecêb li bakûrê welêt tesîrê li trafîkê dike. Trêna bakûr, Norrtåg ji ber sermayê gelek seferên xwe yên di navbera Luleå û Kiruna de betal kirine. Şirketa trênan SJ radigihîne ku hin seferên di navbera Boden û Narvik de jî dê tesîrê ji serma û berfê bibînin.

Lê biqasî rekorên îsal ên sermayê hê jî rekora sala 1999an nehatiye şikandin. Wê demê meha yekem li Karesuando temperatûr weke bin sifirê re 49 hatibû pîvan. Temperatûra herî kêm a ku heta niha hatiye pîvan jî sala 1966an weke 52.6 derece li Vuoggatjålme li Lapplandê hatibû girtin.

Tê texmîn kirin ku serma dê heta dawiya heftiyê berdewam bike, lê hê ji roja înê ve hewaya germ dê ji başûr ve bikeve welêt û hêdî hêdî xwe ber bi bakûr ve bide û destpêka heftiyê temperatûr dê li başûr ser sifirê re be. Li bakûr serma dê berdewam bike, lê bi awayekî biçekî nermtir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".