Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rûmetşikandin li lîseyên sporê

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 15.57
 Ivan Sekretarev/TT
Wêne: Ivan Sekretarev/TT

Mifetişiya Dibistanan (Skolinspektionen) piştî teftîşekê dîtiye ku li 10 lîseyên sporê di dersên sporê de rûmeta xwendekaran tê şikandin.

Bo mînak xwendekarên ku performanseke ne baş nîşan didin benê pêlavan ên patenê yên xwendekarên din girê didin, gokên hokeya qeşayê didine hev an jî ji hevalên xwe yên sinifê re xwarinê çê dikin. Eger ew ji hesp bikevin ji hevalên xwe re tortayekê çê dikin.

Dema dêûbavên xwendekaran ev ji dibistanê re gotine dibistanê ev heqaret ji midûr re rapor nekirine. Mifetişiya Dibistanan vêga diyar dike ku divê dibistan tedbîrên berfireh li dijî bûyerên wiha bigire.

Li dibistanên ku rûmeta xwendekarên ku performanseke ne baş nîşan didin tê şikandin, xwendekarên ku performansa wan baş e têne xelat kirin.  


Lîsteya tekûz a dibistanên sporê di lînkê girêdayî de li xwarê ye. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".