Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumana qaçaxiya mirovan li ser şofêrên taksiyan

Hat weşandin torsdag 7 januari 2016 kl 17.00
Taksîajo yan qaçaxçî?
(2:14 min)
Pontus Lundahl / TT
Wêne: Pontus Lundahl / TT.

Taksîajoyên ku penaberan ser pira Öresundrbronê re bînine Swêdê bi rîska girtin û dozvekirinê ya ji ber qaçaxiya mirovan re rû bi rû dimînin. Ji branşê rexneyên giran li ser vê têne kirin.


Kontrola nasnameyan kiriye ku penaber ji bo bikevine welêt de rêyên nû peyda dikin. Ji ber ku di taksiyan de nasname nayê kontrol kirin heye penaber van bi kar bînin. Lê polîs dixwaze vê qulê jî bigire.

Ji roja duşemê ve ku kontrola nasnameyan dest pê kir 5 taksî penaber tê de li ber pira Öresundsbronê hatine rawestandin. Ti tedbîr ji bo van taksiyan nehatine girtin û wan dewamî rêya xwe kiriye. Lê vêga polîs dixwaze vê rêyê jî li ber penaberan bigire.

Leif Fransson li Malmö li daîreya polîsê sînor komiser e.

Fransson dibêje em gelek taksiyan dibînin ku mişteriyan ser pirê re tînin û belkî ji bo ew karibin bikevine Swêdê belgeyên wan ên rast nebin. Ji ber ku pêlên penaberan rêya xwe diguherin divê em jî vê bişopînin û ber lê bigirin.

Hemû ajovanên taksiyên ku penaberan bi xwe re tînine Swêdê dê ji vir pê de bi gumana qaçaxiya mirovan werine girtin.

Lê gelo ew ê werine ceza kirin? Divê ji bo vê mirov bisekine û bibîne.

Tedbîra nû dike ku divê hemû ajovanên taksiyan kontrol bikin ka mişteriyên wan penaber in an na. Emrê nû yê polîs sendîkaya ajovanên taksiyê aciz dike. Claudio Scubla midûrê sendîkayê ye.

Claudio Scubla dibêje li gor me bi giştî ev fikreke xerab e. Ev berpirsiyariya polîs, gumrik û çavdêriya peravê ye. Ev nikare bibe berpirsiyariya şirketvanên biçûk, bi taybetî ne ajovanên taksiyan ku li cem şirketan kar dikin. Ev dînîtî ye.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".