Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Gelek swêdî bar dikin derveyî welat

Hat weşandin fredag 8 januari 2016 kl 10.00
”çûn û hatin hêsan e”
(6:00 min)
Pasporta swêdî. Wêne: Rikspolisstyrelsen/Scanpix.
Pasporta swêdî. Wêne: Rikspolisstyrelsen/Scanpix.

Tu carî wekî nuha milet ji Swêdê bar nekirine, hejmara kesên ku nuha ji Swêdê bar dikin koçkirina swêdiyan di salên 1800 de derbas kiriye.

Di halê hazir de li vê rewşê tên nerîn, bê kî ne yên bar dikin û ji ber çi bar dikin? Tenê di 2015 de dora 50 000 kes ji Swêdê bar kir. Yek ji van swêdiyên ku berê xwe da derveyî welat şanoger û dengbêj Ala Riani bû ya hilbijart ku li Kurdistanê bijî û kar bike.

Dema rewş di herêma rojhilata navîn de û bi taybetî li Kurdistanê zehmet û xeter bû karê Ala jî bi zehmet ket û vegeriya Swêdê.

Dema swêdî behsa koçkirina swêdiyan dikin piraniya caran koçkirina salên 1800 bi bîr tinin, wê demê ji ber zehmetiyên jiyanê li Swêdê salan e dora 50 000 kesî ji Swêdê bar dikir. Bi tevahî 1,5 milyon swêdî wê demê berê xwe dan derveyî welat.

Tenê par, ango sala 2015, 50 000 kes ji Swêdê bar kir. Mirov kare bêje ku her sal bi qasî hejmara şêniyên şaredariyên wekî Borlänge, Hässleholm yan Skövde ji Swêdê bar dikin û ev hejmar her zêdetir dibe.

Maria Solevid, siyasetzan li zanîngeha Göteborg ji telefizyona Swêdê re dibêje, beşê kesên ku ji Swêdê bar dikin danberhev bi hejmara şêniyên Swêdê di halê hazir de ne bi qasî mezinbûna beşê koçberên salên 1800 ne lê her dîsan jî beşekî mezin îro bar dikin û ev rastiyeke.

Li gor texmînan hejmara swêdiyên ku bar dikin derveyî welat bêhtir e ji ber gelek Daîreya bacê ya giştî, Skatteverket, agahdar nakin dema bar dikin. Li gor qanûna Swêdê eger mirov bizane ku dê zêdî salekê li derveyî welat bijî wê demê divê ji Daîreya bacê ya giştî re bêje.

Lêkolînerên warê koçberiyê dibêjin hejmara kesên neqeydkirî bêhtir e û ew li gor agahdariyên rêxistina swêdiyên di cîhanê de, Svenskar i världen, hesab dikin.

Siyasetzan Maria Solevid dibêje agahdariyên derbarê bê kî ne ev yên bar dikin deveyî welat û ji ber çi bar dikin gelekî kêm e û ji ber vê yekê ew û çend hevpîşeyên wê bi hûrî li pirsa swêdiyên li derveyî welat dijîn dinerin. Li gor Maria Solevid îro koçberiyeke gerok heye.

Berê xelk bar dikirin bi temamî lê îro gelek li Swêdê vedigerin. Di gelekê salan de grûpa herî mezin ya berê xwe dide Swêdê her swêdiyên li derveyî welat dijîn in û ne penaber yan grûpên din in.  

Ji bo Ala Riani vegera Swêdê ne biriyareke hesan bû û derfeta çûn û hatina hêsan ji bo beşekî mirovan di cîhanê de awayekî rasîsm û nijadperestiyê dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".