Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Balafira posteyê li ser sînorê norwecê ketiye

Hat weşandin fredag 8 januari 2016 kl 10.10
”Ne mumkin e mirov piştî vê qezayê sax bimîne.”
(2:12 min)

Balafireke posteyê bi du kesan ku diçû Oslo û Tromsø li zozanên Lapplandê ketiye. Ji balafirê tenê parçeyê biçûk mane.

Daniel Lindblad li Daîreya rêyên deryayî berpirsê navenda xelaskirina deryayî û hewayî ye.

Daniel Lindblad dibêje demeke kurt piştî saet 3an hêzên hewayî yên norwecî tiştek li herêmê keşf kirine û vêga em piştrast in ku ev der cihê enqazekî ye.  

Balafir bi xwe ne swêdî ne jî norwecî ye. Li gor şirketa balafirê West Atlantic pîlotek 42 salî û spanî ye û yê din 34 salî û fransî ye. Cihê enqazê bin sifirê re 30 derece sar e û bawerî nîne ku pîlotên balafirê sax mabin.

Alarmek dora nîvê şevê gihîştiye navenda trafîka hewayê ya Bodö ya li Norwecê û di heman saetê de balafir ji sîstema radarê derketiye.

Navendê xelaskirinê yên swêdî û norwecî bi hev re dest bi lêgerînê kirine û cihê enqazê peyda kirine. Cihê enqazê di navbera sînorê norwecî û gola Akkajaure de ye.

Rêberê tîma xelaskirinê dibêje balafir gelekî bilind bûye leza wê jî gelekî zêde bûye.

Rêberê tîma xelaskirinê dibêje divê tiştekî gelekî cidî qewîmî be û loma balafir bi lezeke wiha ne normal daketiye xwarê. Cihê enqazê 20 metreyan fereh û 15 metreyan kûr bûye.

Li saet 11an şirketa balafiran West Atlantic dê li Göteborgê li ser bûyerê civîneke çapemeniyê çê bike

Komîsyona qezayan a dewletê jî vêga di civînê de ye û dê îro lêkolînerên teknîkî bişînine cihê enqazê da ku sedema qezayê zelal bikin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".