Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serdana swêdiyan a bidizî li Maliyê bi dawî bû

Hat weşandin fredag 8 januari 2016 kl 12.22
”Ew tim di hişê me de ye.”
(2:32 min)
Fermandar Micale Bydén, Margot Wallström û Peter Hultqvist. Wêne: Hêzên Parastinê.
Fermandar Micale Bydén, Margot Wallström û Peter Hultqvist. Wêne: Hêzên Parastinê.

Wezîra karûbarên derve Margot Wallström û wezîrê parastinê Peter Hultqvist doh serdana xwe ya bidizî ya li Maliyê bi dawî kirin. Johan Gustafssonê revandî mijareke serdanê bû. 

Hêzeke 250 leşkerî ya swêdî di bin emrê Neteweyên Yekgirtî de li Maliyê ye. Welatê Maliyê bi komên terorîstî yên îslamî re di şer de ye û Neteweyên Yekgirtî alîkariyê dide welêt da ku aştiyê pêk bîne.

Wezîrê parastinê Peter Hultqvist dibêje yekî swêdî jî di nav de heta niha 50 leşkerên di bin emrê Neteweyên Yekgirtî de li Maliyê hatine kuştin.

Hultqvist dibêje ev der herêmeke bitehlûke ye û rewşa li vir tevlîhev e, loma wezîfeya li vir ne hesan e. Ew berdewam dike û dibêje, lê yêkîneya swêdî xwediyê stratejiyeke baş e û heta niha rewşa xerab ti tesîr li yekîneya me nekiriye.

Yekîneya swêdî li dora bajarê Timbuktu xebatên çavdêrîkirin û îstixbaratê dimeşînin û Hultqvist weke xebatên gelekî girîng qala van dike.

Malî koloniyeke berê ya Fransayê ye û Fransa di şerê li dijî terorîzmê de alîkariyeke mezin dide welêt. Di çarçoveya alîkariya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Fransayê de Swêdê jî weke destekdana şerê Fransayê yê li dijî terorîzmê leşker şandiyê vî welatî.

Swêd desteka xwe ya leşkerî ya li wir bi hêz dike, lê di heman demê de xebatên li ser perwerdekirina artêşa Maliyê jî bi pêş ve dibe.

Bi wezîrê parastinê re wezîra karûbarên derve Margot Wallström û fermandarê giştî yê artêşa Swêdê Micael Bydén jî li Maliyê bûn.

Margot Wallström piştrast dike ku ew bi hikûmeta welêt re li ser rewşa swêdiyê bi navê Johan Gustafsson ku ji aliyê terorîstan ve hatiye revandin axiviye. Ev çar sal in ku Johan Gustafsson ji aliyê El-qaîdeya Bakûrê Afrîkayê ve hatiye revandin.

Wallström dibêje Gustafsson tim di hişê me de ye û em hertiştê ku ji destê me tê dikin da ku em wî azad bikin. Ez dixwazim ku herkes zanibe ku em hewldanên xwe yên ji bo azadkirina wî berdewam dikin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".