Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fikra swêdiyan a li ser Nato naguhere

Hat weşandin fredag 8 januari 2016 kl 13.55
Hans T Dahlskog Kod: 1003 COPYRIGHT SCANPIX
Wêne: Hans T Dahlskog/SCANPIX

Li gel rewşa xerab a ewlehiyê ya van demên dawîn dîsa jî fikra gelê swêdî ya li ser endamtiya Natoyê weke xwe maye. Ev di encama lêkolîneke DN/Ipsosê de tê dîtin.

 

Ji 1200 kesên ku beşdarî lêkolînê bûne ji sedî 34 dibêjin divê Swêd bibe endamê Natoyê. Ji sedî 50 dibêjin divê Swêd li derveyî vê yekîtiya parastinê bimîne. Ji sedî 16 jî ne emîn in.

Swêd ne endamê Natoyê ye, lê hevkariyeke berfireh a leşkerî bi Natoyê re dike. Bo mînak Nato dikare li ser ax û deryayên Swêdê temrînên leşkerî bike û Swêd jî dikare beşdarî temrînên leşkerî yên Natoyê bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".