Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Swêdê çû bi koçberên Şingalê ve

Hat weşandin fredag 8 januari 2016 kl 17.33
”Çîrokên van keçan şûnwar in di dilê min de”
(12 min)
Delal Sindy. Wêne: Privat.
1 av 6
Delal Sindy. Wêne: Privat.
Delal Sindy. Wêne: Radyoya Swêdê.
2 av 6
Delal Sindy. Wêne: Radyoya Swêdê.
Wêne: Radyoya Swêdê
3 av 6
Wêne: Radyoya Swêdê
Delal Sindy. Wêne: Privat.
4 av 6
Delal Sindy. Wêne: Privat.
Wêne: Privat.
5 av 6
Wêne: Privat.
Wêne: Privat.
6 av 6
Wêne: Privat.

Wê dest ji xwendina xwe berda li Swêdê û berê xwe da başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya koçberan bike, bi taybetî ew jinên ji ber destê Daeş reviyan e. Delal Sindy piştî zêdî salekê li Kurdistanê nuha ji bo seredan vegeriyaye Swêdê.

Delal bi berfirehî behsa karê xwe yê yarmetî û xwebexşiyê li Kurdistanê dike û bi taybetî li bajarê Zaxo û Duhokê. Di hindirê sala ku li Kurdistanê bû wê gelek kesên bi pêwîstiya alîkariyê bûn dît û her çîrok û bûyerek bi serê wan de hatî ciyê xwe di dilê wê de çêkiriye.

Lê diyare keçên ku ji destê Daeş reviyane û şûnwara herî mezin e di dilê Delalê de.

Delal li Swêdê zanistiya derûnî dixwend lê wê dest ji xwendin û karê xwe berda û li Kurdistanê ma. Li gor wê ew her nikare 100 ji 100 alîakriya van keçên bûne qubanên şerî bike lê Delal dibêje ez li gor şiyanên xwe alîkariya wan bikim.

Di van salên dawî de hikûmeta herêma Kurdistanê hejmareke mezin ji penaberan hewandiye, hem ji hindirê sînorên Îraqê û hem jî Sûrî. Ji ber vê yekê jî îro gelek rêxistinên yarmetiyê yên neteweyî û yên navneteweyî li cih amade ne ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji van penaberan re. Ya Delal Sindy zêde mixabin dibîne ku îro tu rêxistinên ji welatekî mirovî wekî Swêdê li wê derê tune ne.

Piştî demeke dirêj di nav aware û penaberan de û dîtina êşa wan ji nêzîk ve, Delal biryar da ku hemû êşên wan di belgefilmekî de kom bike bi armanca belavkirina êşa wan di cîhanê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".