Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs rastiya tawanên cinsî di festîvalê de veşart

Hat weşandin måndag 11 januari 2016 kl 10.48
”Em dê vê pirsê lêkolîn bikin”
(3:57 min)
Festîvala We Are Sthlm. Wêne: Emma Svensson/We Are Sthlm
Festîvala We Are Sthlm. Wêne: Emma Svensson/We Are Sthlm

Polîs zanîbû ku du salan li ser hev grûpên kuran aciziya keçan dikirin di festîvaleke mezin de li Stockholmê û deng bi vê bûyerê nexist. Herçend ku gelek gilîkirinên acizkirina cinsî digiheşt polîs lê her ji aliyê polîs ve dihate gotin ku festîval bê problem û bi aramî derbas bû.

Rojnameya Dagens Nyheter li vê bûyerê ji nêzîk ve neriyê û radigihîne ku di raporên polîs yên navxweyî de hatiye bêdengkirin.

Varg Gyllander, şefê pirsên çapemeniyê ye li ba polîsê Stockhokmê.

-Polîs agahdar bû bi her tiştî û li gor ya ez dizanim wan karekî mezin di festîvalê de kiriye. Varg Gyllander dibêje polîs ji ber acizkirina cinsî hember jinan çend kes ji festîvalê derxistin. Li gor Gyllander astengî ne karê polîs bi xwe ye lê ku ew bi awayekî dirust û serketî ranegihandin bê çi bûye û wan çi kiriye.

Polîsê Stockhoplmê heftiya festîvala We are Stockholm di meha heştan de bi van gotinan xulasekir: hejmara tawanan di festîvalê de baş kêm bû û hejmara girtina bin çavdêriyê de danberhev bi hejmara mezin ya beşdaran re kêm bû.

Lê di raporên navxweyî de ratiyeke din eşkere dibe. Di van raporan de tê gotin ku grûpên kuran aciziya keçan kirine, bi dehan gilîkirinên acizkirina cinsî giheştine polîs, polîs dora 50 ji van tawankaran naskiriye û di hindirê pênc rojên festîvalê de dora 200 xortî ji festîvalê hatine dûrxistin.

Amadekarên festîvalê ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêjn ku herdem acizkirinên cinsî di festîvalan de bûne. Lê ji 2014 de bûye derbarê grûp û komên kuran yên bi hev re xwe nêzîkî keçan dikin û destê xwe dirêjî wan dikin.

Ev û raporên din ji şefên polîs û navenda çapemeniyê ya polîs Stockholmê re hatiye şandin. Lê tu agahdarî derbarê van bûyeran bi awayekî giştî nehate belavkirin.

-Varg Gyllander dibêje ji vî alî ve ez wekî berpirsê çapemeniyê rexnegirê xwe me. Gerek me ev yek belav kiribaya. Gyllander berdewam dike û dibêje bi rastî ez îro nizanim çima wisa nebû.

Peter Ågren, şefê polîs li festîvalê ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje rastiya ku ev xort bi eslê biyanî ne ya hişt ku polîs bêdeng bin. Ågren dibêje ku li gor baweriyên me wê ev yek bûba nûçeyek di destê partiya Demokratên Swêdê de. Nuha polîs soz dide ku dê bi hûrî li vê meselê binere.

-Varg Gyllander, şefê pirsên çapemeniyê ye li ba polîsê Stockhokmê dibêje di rewşên normal de polîs carê behs karê xwe dike dema bûyerên mezin diqewimin. Lê çima vê carê nekirine, ez nizanim. Ez sozê didim ku bi hûrî li vê pirsê binerim.

Şefê polîsê seranserî Dan Eliasson jî sozê dide ku derbarê bêdengiya polîs ji aliyê gilîkirinên acizkirina cinsî hember jinan di festîvala We are Stockholm de dê lêkolîn li dar bikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".