Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Konferansa "Folk och Försvar"

Leşkeriya civakî û xurtkirina rola jinê li Sûriyê

Hat weşandin måndag 11 januari 2016 kl 11.30
"Gerek jin li Sûriyê ne tenê qurbaniyên şer bin, lê aktorekî proseya aştiyê jî bin"
(3:08 min)
Utrikesminister Margot Wallström i talarstolen på rikskonferensen Folk och försvar i Sälen. Foto: Henrik Montgomery / TT
Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström. Wêne: Henrik Montgomery / TT

Erka xizmeta leşkerî bi giraniya li ser xebatên civakî, û xurtkirina dengê jinê di proseya aştiyê li Sûriyê de, ev du xalên pêşî bûn ku wezîra derve Margot Wallström di roja pêşî ya konferansa netewî ya rêkxistina ”Gel û Parastin”, bi swêdî ”Folk och Försvar”, pêşkêş kirin.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström dixwaze dengê jinê di proseya aştiyê li Sûriyê de xurttir bike. Bi vê armancê, ew dê di dawiya vê mehê de hejmareke jinên sûrî yên bideng vexwîne civînekê li Stockholmê. Ev plan di konferansa netewî ya rêkxisitna ”Gel û Parastin” de hate pêşkêşkirin:

- Ez wê hêviyê dikim ku ew dê xwe ne tenê weke qurbaniyên vî şerî bibînin, lê belê ew dê weke aktorekî xwedî roleke girîng cî bigirin, ji bo pêşeroja xwe û welatê xwe.

Ew bi xwe hejmareke jinan heye ku cî di nav nûnerên opozîsyona sûrî de girtine, ku dê di proseya aştiyê de beşdar bibin. Lê li gorî nerîna Margot Wallström, ev hejmar ne bes e, û ew dibêje ku pir ecêb e ku mirov dengê jinê di nîqaşa proseya aştiyê li Sûriyê nake:

- Ez baş dizanim ku gelek jin hene ku dixwazin di vê proseyê de beşdar bibin. Min berî niha gelek ji wan li New Yorkê û deverên din dîtine. Ji bo wilo jî em hêvî dikin ku bêhtir jin beşdar bibin, hem jinên siyasetmedar û hem jinên ku di karê civaka sîvîl de beşdar in, û çiqas ev jin zûtir bikevin nav proseyê de, baştir e. Armanca min ew e, ku bêhtir jin di danûstinadinên fermî yên li Cenêv û Londonê de beşdar bibin.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström herweha pêşniyazeke şexsî pêşkêş dike, ku cureyeke nû ya erka xizmeta leşkerî, bi giraniyeke taybet li ser xebatên civakî, were bicîkirin, ku hem zilam û hem jin bikaribin tev lê bibin. Ev cure dê weke funksyoneke tekmîlkirina beşê çekdarî dagire.

Wallström diyar kir ku ev pêşniyaz şexsî ye, û ew halê hazir ne weke pêşniyazeke ji aliyê hikûmetê ve tê dîtin. Wê herweha got ku bi giştî ev xebat dê bi dilxwazî werin bicîkirin, lê dîsan jî gerek çend kes hebin ku divê di dema pêdiviya tedbîrên civakî de herdem amade bin ku dest bi xebatê bikin:

- Berî niha şewatên daristanan û lehî li welatê me qewimîne, ku xebatên personalî yên mezin li ser çûne. Dema mirov ji xwe re bifikire, ma wê ne baş be ku hejmarek hebe, alîkariya Daîreya Koçê bike ji bo ku pêşwaziya penaxwazan bikin, yan jî di xebatên cuda yên jîngehê de alîkar bin?

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".