Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Turîstekî swêdî li Misrê tûşî êrîşeke terorîst bû

Hat weşandin måndag 11 januari 2016 kl 13.53
Vakt utanför hotell i turistorten Hurghada. Foto: Mohamed Abd El Ghany/TT.
Wêne: Mohamed Abd El Ghany/TT.

Dema ku du zilamên çekdar êrîş bir ser hotelekê li herêma geştiyarî Hurghada li ser Deryaya Sor li Misrê, zilamekî swêdî birîndar bû. Zilamê 27 salî derbeke kêrê di qirika xwe de xwar.

Dema ku ew êrîş li ser hate kirin, wî li xwaringeheke ayidê hotelê xwarin dixwar.

Wezareta hundir ya Misirê ji Reuters re ragehand ku du zilaman bi demançe û kêran êrîş bir ser hotelê. Yek ji êrîşkaran ji aliyê hêzên ewleyîyê ve hate kuştin, û yê din hate girtin.

Zilamê swêdî li ser Facebooka xwe wisa piştî êrîşê nivîsand:

”Şansê min gelekî hebû ku derb li sînga min ne ketin. Wî du caran dixwest ku bi kêrê li paşstuyê min bixe lê tenê hindek ji goştê qirika min birîndar bû, tu damar yan rehên min birîndar nebûn. Pir şansê min hebû!”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".