Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hevpeymaneke parastinê di navbera Swêdê û Danîmarkayê de

Hat weşandin måndag 11 januari 2016 kl 14.40
Militärflyg övar på Gotland. Foto: Mats Nyström/Försvarsmakten
Wêne: Mats Nyström/Försvarsmakten (Hêzên Parastinê).

Roja pêncşembê Swêd û cîrana wê Danîmarka, ku endama Natoyê ye, dê li ser hevpeymaneke parastinê imze bikin.

Dê ev hevpeyman rê li ber yekîneyên leşkerî yên herdu welatan veke ku di dema aştiyê de binkeyên hewayî, lîman û agahiyên hev bi kar bînin.

Ev hevpeyman dê li Stockholmê ji aliyê wezîrên parastinê Peter Christensen ji Danîmarkayê û Peter Hultqvist ji Swêdê ve were imzekirin, li gor rojnameyê Dagens Nyheter.

Tê zanîn ku hevpeymaneke bi van bendan ji berê ve di navbera Swêdê û Fînlandayê de jî heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".