Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Deynên bacê li ser Dalkurdê

Hat weşandin måndag 11 januari 2016 kl 17.03
"Çê nabe tu wisa bi min re biaxivî, tu ne polîs î û ne jî dezgeha bacê yî!"
(3:12 min)
Dalkurds flagga
1 av 2
Wêne: P4 Dalarna.
Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil. Wêne: Mohamed El Abed.
2 av 2
Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil. Wêne: Mohamed El Abed.

Taximê Dalkurdê hîn jî di dayîna bacê de dereng dimîne. Ev yek dikare bibe sedema kişandina lîsansa taximî ji bo lîstika di Superettan de.

Halê hazir, zêdeyî 196 hezar deynên bacê li ser Dalkurdê li cem Dezgeha Îcrayê, Kronofogden, hene. Kjell Sahlströmê berpirsyar di lîcneya lîsansê ya Yekîtiya Futbolê ya Swêdî, dibêje ku ev deyn dikarin bibin bingeha kişandina lîsansê ji taximî:

Beriya nêzîkî mehekê, serokê Dalkurdê Ramazan Kizil di hevpeyvînekê li gel beşê Radyoya Swêdê li herêma Dalarna re got ku taximî hemû deynên xwe dane.

Lê wisa xuya dike ku her mehê ji havîna 2014an ve, bibîrxistin ji aliyê Daîreya Bacê, têne ji taximî re, ji bo ku wan deynan bidin.

Dema ku Radyoya Swêdê li herêma Dalarna dîsan bi Ramazan Kizil re diaxive, ew pêşî dibêje ku wan hemû deynên xwe dane. Lê dema ku rojmanevan jê re diyar dike ku halê hazir zêdeyî 196 hezar deyn li ser taximî hene, Kizil dibêje ku ew nikare tiştekî bibêje, û divê pêşî ew li gel kasorê taximî re biaxive. Rojnamevan dipirse dema ku rewşa taximî ya aborî baş be, çima ewqas deynên wan dereng dikevin? Wê demê Ramazan Kizil bi acizî jê re dibêje ”çê nabe tu bi vî uslûbî bi min re biaxivî, tu ne polîs î, û tu ne dezgeha bacê yî jî!”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".