Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Skogsbo och räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Dalarna.
(Publicerat idag kl 17.31)

Lawekî 15-salî li dibistanê hate kuştin

Hat weşandin tisdag 12 januari 2016 kl 10.26
"Sedema kuştinê hîn jî ne diyar e"
(2:01 min)
Göingeskolan
Dibistana Göinge. Wêne: Johan Pettersson/Sveriges Radio

Doh roja duşembê lawekî 15-salî li dibistana Göinge li devera Broby ya Skåne bi derbên kêrê birîndar bû û paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Îro perwerdekirina dibistanê tê rawestandin, lê ji bo kesê ku bixwaze here dibistanê û piştgiriyê ji dibistanê werbigire.

Di dema nîvro de bû ku larm ji polîsan re çûbû. Lawê ku derbên kêrê xwaribûn yekser bi ambulansê hate rakirin bo nexweşxaneyê, lê jiyana wî ne hate xelaskirin.

Polîsan şagirtek din girt, ev yek Jimmy Modin, berdevkê çapemeniyê yê polîsên Skåne ya başûrê Swêdê dibêje:  

- Lawekî 14-salî ji aliyê personelê dibistanê hate girtin yekser piştî bûyerê. Dema em gihiştin dibistanê, me ew law girt, û niha em îfadeya lawî distînin.

Hîn jî polîs nizanin sedema vê kuştinê çi bû:

- Em bawer dikin ku nakokiyek di navbera lawan de bû, ku gur bû, lê sedema wê nakokiyê tam çi bû, halê hazir ez nikarim bibêjim.

Dibistana Göinge doh piştî nîvro hîn jî vekirî bû, û îro dersên wê yên resmî hatine rawestandin, lê ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariya dersan heye, dibistan vekiriye. Bertil Håkansson, berpirsê ewleyîyê li şaredariya Östra Göinge dibêje ku grûpeke krîzê hatiye lidarxistin ji bo ku binerin bê ew çawa dikarin di van rojên pêşiya me de tevbigerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".