Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doktorên nexweşxaneyan ji yên navendên tenduristiyê bêhtirin

Hat weşandin tisdag 12 januari 2016 kl 10.43
”wextê me ji nexweşan re tune”
(2:39 min)
Wêne: Bertil Ericson/TT
Wêne: Bertil Ericson/TT

Li Swêdê hejmara doktorên nexweşxaneyan ji yên welatên cîran bêhtirin û gelek meclisên parêzgehan, ango landsting, kêm pereyan datînin ser lênerîna bingehîn di navendên tendirustiyê de.

Ev yeka tên tesbît kirin di lêkolîneke taybetî de ku vê heftiyê teslîmî hikûmetê dibe ya derbarê bê çawa imkanên aborî yên warê lênerîna tenduristiyê dê baştir bên bikaranîn.

Yek ji kesên ku bi texta warê di lênerîna bingehîn de hisiyaye, Saskia Bengtsson e, doktora herêmê li Jönköping û pispor di dermankirina giştî de.

-Astengiya herî mezin ji bo me yên wekî doktorên herêmê kar dikin ew e ku dema me tune da ku em li hemû nexweşan bi awayekî baş binerin. Me gelek demên vala tune ne em ji nexweşan re veqetînin û ew dema ku em ji wan re datînin zêde kurt e, ji ber wê em nagihêjin karê xwe li gor dilê xwe û baş bikin.

Di hindirê vê heftiyê de dê lêkolîna imkan û derametên aborî ji bo lênerîna tenduristiyê encamên xwe ji hikûmetê re pêşkêş bike, û tê de gelek pêşniyaz hene ji bo baştirkirina warê lênerîna tenduristiyê ya swêdî. Wekî nimûne yek ji pêşniyazan ku bêhtir imkanên aborî deynin ser lênerîna bingehîn di navendên tenduristiyê de, ango vårdcentral.

Ji ber yek ji astengiyên mezin ew e ku warê lênerîna bingehîn îro xwedan imkanên kêm in û wan kêm doktor jî hene û li hêla din di nexweşxaneyan de hejmara doktoran pirtir e, li gor lêkolîner Göran Stiernstedt:

-Eger imkan nû peyda bibin wê demê divê bêhtir pere li ser lênerîna bingehîn bên danîn û divê jî lênerîna bingehîn û lênerîna li nexweşxaneyan bi awayekî berfirehtir bên bihevvekirin.     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".