Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşlêkolîn li dijî VW dest pê kir

Hat weşandin tisdag 12 januari 2016 kl 14.41
"Ew erebe li Swêdê bi belgeyên sexte hatine qeydkirin"
(1:19 min)
Volkswagen ( Foto: Björn Larsson Rosvall / TT )
Wêne: Björn Larsson Rosvall / TT.

Yekîneya netewî li dijî bertîlxuriyê pêşlêkolînekê derbarê sextekariya giran li dijî Volkswagenê vekir.

Yekîneyê ev yek di daxuyaniyeke çapemeniyê de nivîsand.

Serdozger Alf Johansson ji Yekîneya netewî ya bertîlxuriyê îro ev pêşlêkolîn dest pê kir, ku li ser sextekariya giran û bikaranîna belgeyên nerast e. Yekîne di daxuyaniya xwe de dinivîsîne ku ev herdu tawan gelekî giran in.

Alf Johansson ji beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, re got ku otombîl bi belgeyên sexte li Swêdê hatine qeydkirin:

- Em dizanin ku piraniya van otombîlan li Almanyayê hatine çêkirin, lê ew li Swêdê bi belgeyên sexte hatine qeydkirin. Ji ber vê yekê, em bi vê pêşlêkolînê dixwazin bibînin ka pêdivî bi dadkirina kesekî yan hindek kesan li Swêdê heye, û ka bê em dikarin cezayên pereyan li şirketê xin yan na.

Sedema vê pêşlêkolînê, ew nûçeya sextekirina Volkswagenê ya agahiyên otombîlan bûn, derbarê ka gazên jê derdikevin çiqas in.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".