Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gotûbêja serokên partiyan dest pê kir

Hat weşandin onsdag 13 januari 2016 kl 09.53
”Ewrûpa divê bi berpirsiyariya xwe rabe”
(7:59 min)
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven (S) di gotûbêja îro de. Wêne: Jessica Gow/TT.
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven (S) di gotûbêja îro de. Wêne: Jessica Gow/TT.

Îro yekemîn gotûbêja serokên partiyan ji bo vê salê di parlamanê de dest pê kir. Mijarên sereke di gotûbêja vê carê de integrasiyon, ango hevgundî, destdirêjiyên hember jinan û bazar karî bû.

-Serokwezîrê Swêdê û serokê partiya Sosyaldemokratan, Stefan löfven, axaftina xwe bi rewşa jinan dest pê kir û got laşê jinê milkê wê ye û ew dibê bi serbestî jiyana xwe bijî û divê civat li aliyê qurbanên tawanê bisekine. Yên tawankar divê bên cezekirin.

Bi van gotinan gotûbêja yekem ya vê sala vebû, dê bi tevahî sê gotûbêjen serokên partiyan di paralamnê de bên li dar xistin di hinirê vê salê de.

Seroka partiya Moderatan, Anna Kinberg Batra, jî hişiyarî da derbarê karê polîs û biriyarên ew werdigirin. Wê behsa bûyera acizkirina cinsî ya di festîvala We are Stockholm de kir û got ku ”yekcar neqebûlbar e”:

-Kes nemecbûre vê yekê li ser xwe qebûl bike. Divê her kes ji karê polîs bi bawer be û ku ew bi dirustî karê xwe dikin. Yekcar çê nabe mesele bi siyasetê ve bêne girêdan.

Serokwezîrê Swêdê, Stefan Löfven, derbasî mijareke din bû û bi piştrastî gor ku Swêd di 2016 de bi hêz be, lê di heman demê de behsa pêwîstiya geşekirinên warê perwerdeyê û avakirinê de kir. Wî ji opozisyonê xwest ku tevlî minaqeşeyên lihevkirinê bibin.  

Kinberg Batra bi rexnekirina Löfven dest pê kir, li gor wê ew di siyaseta hevgunciyê de biserneketin. Û yekser ji serokwezîr pirsî hûn çima çavên xwe digirin?

Löfven jî lê vegerand û got ev encamên siyaseta we ya 8 salî ye ya berdewam bû ta payizê jî, wî berdewam kir û got em çavên xwe nagirin û ya ku pêwîst e em dikin.

Kinberg Batra bi serbilindî behsa aboriya Swêd ya bi hêz dikir di dema ew li ser hukmê de bûn lê ya nuha acil dibîne ku siyaseta integrasyonê baştir bibe. Seroka partiya Moderatan her rexne li siyaseta aborî ya hikûmetê kir û wisa got:

-Gelo siyaseta avborî ya hikûmetê çend ewle û qabilê baweriyê ye? Pişî we got ku Swêd wekî kadîneke vala ye û nuha hûn dibêjin ku siyareyeke Tesla ya nûavakirî ye.

Kinberg Batra berdewam dike û dibêje, geh serokwezîr dibêje hemû reform divê bi kron kron bên fînansekirin û piştre jî dibêje em bêriya siyaseta ne bi kronan fînansekiriye dikin. Ev siyaseteke demkî ye .

Di axaftina xwe de serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson, payiza 2015 bi tarîktirîn dem di dîroka Swêdê de bi nav kir.

-Li gor Åkesson divê pirsa mafê rûniştinê yê daîmî ji bo tenê bibe demkî bên lêkolînkirin.

Di axaftina xwe de wî herweha behsa destdirêjiya hember jinan kir li Köln û Stockholmê:

-Ev têgeheke nû ye di cîhana me de. Lê li gor nerîna min wateya çandê di vê yekê de heye. Åkesson dibêje ev pirseke ji integrasyon û çandê mezintir e.

Wekî bersiv ji Åkesson re serokwezîrê Swêdê, Stefan Löfven, got ku ew nikare aliyê wekheviyê yê nû li ba Åkesson bi cidî werbigire û anî bîra wî bê çawa nûnerên partiya Demokratên Swêdê hêrîşî jinan kirine bi gotinên wisa kêm û pîs ku naxwaze bêje û zimanê xwe bi wan pîs bike.

Ji aliyê partiya Navendê ve û cêgirê serokê partiyê, Anders W Johansson, rexne li hikûmetê hate kirin ji ber siyaseta wan ya integrasyonê. Li gor Johansson, hikûmet baş kar nekiriye da ku yên nûhatine bo Swêdê di bazara karî de.

Löfven bersiva wî da û got ew dixwazin imkanên bêhtir deynin ser warê integrasyonê û bazara karî. Ew giring dibîne ku ev kesên nûhatî karibin kar werbigrin û xwe xwedî bikin. Lê ew naxwaze modêla swêdî ya serketî xirab bike.

Serokê partiya Liberalan Jan Björklund gotûbêj derbasî pirsa xaniyan kir. Li gor pêdiviya jiqaydexistinan di bazara xaniyan de giringtir e ji alîkariya aborî yak u dewlet pêşkêş dike. 

-Du tişt ji bazara xaniyan ya swêdî kêm in, xanî û bazar.

Lövfen deriyê vê nîqaşê vekirî hişt û got em nikarin behsa aliyên din di vî warî de bikin dema xanî bi xwe tune bin.

Lövfen berdewam kir û got Swêd dê hêdî hêdî xwe ji krîsa payizê ya girêdayî bi pirsa penaberan ve xilas bikin. Imkanên mezin hene lê herweha pêşberkexwestinên mezin jî.

Serokê partiya Çep, Jonas Sjöstedt, rexne li lihevkirina payizê ya di navbera hikûmetê û yên burjiwa de kir ya derbarê rêya ji bo wergirtihna iqameya daîmî bi karkirinê be. Ev yeka dê bike ku mirov mecbûr bibin têkevin rewşên zehmet de ku di wan de belkî wekî hêza karî bên bikaranîn û bo pereyên gelekî kêm.

-Jonas Sjöstedt dibêje ev ne mentiqî ye û dê bike ku tade li mirovan bibe.

Birêvebirê partiya Demokratên Xirîstiyanî, Andreas Carlsson, li ser hejmara karên traine, ango yên praktîk, û bêkariyê sekinî ya ku hikûmetê soz dabû ku dê ta 2020 bibe ya herî nizim di temamê Yekîtiya Ewrupayê de.

Stefan Löfven bersiva wî da û got ev armanc hîna di ciyê xwe de ye.

Piştî axaftina berdevka partiya Jingehê, Åsa Romsson, di parlamanê de tuşî rexneyan bû ji aliyê Jonas Sjöstedt ve derbarê xurtkirina siyaseta penaberiyê û hişiyariya pirsa kontrolên nasnameyan da.

Romsson bi vî awayî lê vegerand :

-Kesî nedixwest wisa bibe lê rewş me mecbûr kir. Em bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de vê kontrolê rakin. Lê şîroveya herî mezin derbarê wê ku Ewrûpa divê berpirsiyariyeke mezintir werbigire û rêyên qanûnî peyda bike. Ez îro nikarim encamên nirxandinê bidim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".