Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezareta derve şîreta dûrketina ji Istanbulê nade

Hat weşandin onsdag 13 januari 2016 kl 10.53
"Lê dîsan jî, gerek haya hevwelatiyên me ji wan hebe"
(1:18 min)
FOTO: TT.
Wêne: TT.

Wezareta derve ya Swêdê ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re got ku tevî teqîna doh li Istanbulê, ew şîretan nadin hevwelatiyan ku ji Istanbulê dûr bikevin.

Doh sibehî teqînek li devera Sultanahmet ya bajarê Istanbulê li Tirkiyê qewimî, û di encama wê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn.

Komunîkatorê çapemeniyê li wezareta derve Johan Tegel, ji beşê kurdî ê Radyoya Swêdê re ragehand ku wezareta derve ji ber vê bûyerê ji hevwelatiyên xwe naxwaze ku ew yekcar dûrî Istanbulê bikevin, lê belê ji wan dixwaze ku gerek ew baldar bin dema nêzîkî avahiyên hikûmî û kombûnên mezin li Istanbulê û hemû deverên din ên Tirkiyê bibin.

Wekî din, ji berê ve wezareta derve şîretan dide hevwelatiyan ku ji deverên ser bi sînorê Sûriyê ve dûr bikevin. Û ji ber van bûyerên vê dawiyê û kêmzêde windabûna ewleyîyê, ev şîret niha bajar û deverine din jî dane ber xwe. Wezareta derve ji hevwelatiyan dixwaze ku dûrî Diyarbekirê, Hatayê, Entabê, Kilîsê, Mêrdînê, Ruhayê, Şirnexê û Siirtê bikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".