Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet guftûgoyê derbarê rewşa xaniyan dixwaze

Hat weşandin onsdag 13 januari 2016 kl 13.08
"Em pêşwaziya hemû pêşniyaza dikin"
(1:53 min)
Foto: Tomas Oneborg/TT.
Wêne: Tomas Oneborg/TT.

Îro hikûmet her çar partiyên burjuwa yên opozisyonê û Partiya Çep vedixwîne guftûgoyine derbarê lêkirina xaniyên nû çawa dikare zûtir were pêkanîn.

Ji nav xalên ku hikûmet dixwaze bi cî bîne, guhertina bacên firotina xaniyan e.

Wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan dibêje ku rê li ber hizir û fikrên nû derbarê bacên xaniyan vekiriye:

- Em tu deriyan nagirin berî ku guftûgoyên bi partiyên burjuwa û Partiya Çep re werin destpêkirin. Tenê xalek heye ku çê nabe em behsa wê jî bikin, ew jî vegerandina bacên malûmilkan e. Ya herî giring ew e, ku em li ser siyaseteke ku livandina bazara xaniyan xurt bike li hev bikin.

Ev vexwendina hikûmetê bi rêya nivîsekê li ser rûpelên minaqeşeyê yên rojnameya Dagens Nyheter hate belavkirin. Di wir de ew dibêjin ku ne hewce ye li ser detayên hûr bi opozîsyonê re were lihevkirin, lê belê bi lihevkirina li ser planên giştî rewşa bazara xaniyan dikare baştir bibe.

Hikûmet herweha dixwaze ku şertan li ser şaredariyan deyne, bê her şaredarî gerek çend xaniyan ava bike. Wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan:

- Îro gelek şaredarî li welatê me hene ku mixabin ne bi qasî asta ku pêdivî pê heye xaniyên nû ava dikin. Ez nabêjim ku gerek ew şaredariyên bi qasî pêdiviyê xaniyan lê nakin gerek cezayan bixwin, lê belê ew gerek qanûnan bişopînin û bi cî bînin. Heger me dît ku ev tişt têr nake, emê biramin bê ka çi tedbîrên din hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".