Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îsraêl Wallström nahewîne

Hat weşandin onsdag 13 januari 2016 kl 16.34
"Ji dema ku bûye wezîra derve, daxuyaniyên neyînî û çavsor li dijî Îsraêlê dide"
(1:32 min)
Utrikesminister Margot Wallström i talarstolen på rikskonferensen Folk och försvar i Sälen. Foto: Henrik Montgomery / TT
Wezîra derve Margot Wallström. Wêne: Henrik Montgomery / TT

Wezareta derve ya Îsraêlê ragehand ku ew bixêrhatina wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström li welatê xwe nake.

Cîgira wezîrê derve yê Îsraêlê Tzipi Hotovely îro di rojnameya îsraêlî ya Times of Israel de nivîsand ku ew tu siyasetmedarên swêdî nahewînin.

Paşê serekê taximê wê ev yek piştrast kir û got ku ev berî her tişt berê xwe dide Margot Wallström. Emmanuel Nahshon, berpirsê çapemeniyê li wezareta derve ya Îsraêlê, ev nûçe piştrast kir.

Ev agahî rojek piştî daxuyaniya Margot Wallström tê, ku xwest lêkolînekê dest pê bike, derbarê ka hêzên leşkerî yên Îsraêlê îdamkirinên nehiqûqî li dijî kesên filîstînî pêk anîne yan na.

Emmanuel Nahshon ji Radyoya Swêdê re zelal kir ku sedema vê gavê ew e, ku ev gelek car in Margot Wallström daxuyaniyine dide, ku nîşan dide ku ew li dijî dewleta Îsraêlê ye:

- Herdem ew daxuyaniyên gelekî neyînî û çavsor li dijî Îsraêlê dide. Ew me dilomîne ji ber ku em xwe li dijî terorîstan diparêzin. Xwezî wê bikarîbûya hindek rexneyan li wan terorîstan jî bikira.

Tê zanîn ku haya serokwezîrê Îsraêlê ji vê gava wezareta derve tune bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".