Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tecawiza li ser înternetê tê dadgeh kirin

Hat weşandin torsdag 14 januari 2016 kl 09.48
Wî di jiyana rastî de qurbaniyên xwe nedîtine.
(4:33 min)
Barn surfar på sina telefoner.  Foto: Fredrik Sandberg/TT.
Zarok bi telefonên xwe yên zîrek dilîzin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT.

Îro li Dadgeha destpêkê ya Attunda li bakûrê Stockholmê li Sollentunayê dadgehkirineke mezin a tecawizkirina 100 keçên temenbiçûk dest pê dike. Doz ji aliyê motîvasyonê ve yekane ye, ji ber ku tecawiz li ser înternetê pêk hatiye. 

 Ji ber ku ev cara pêşîn e kesek bi qasî ku tu têkiliya fizîkî bi qurbaniyên xwe re nedaniye û tecawiz tenê bi rêya înternetê hatiya kirin ji ber tecawizê tê dadgeh kirin, ev doz di mijarê de weke yekane tê dîtin. 

Bi ser vê de jî qurbaniyên bûyerê gelekî biçûk in. Qurbaniya herî biçûk 5 salî ye. Ji Odeya dozgeran a Norrortê dozger Tomas Mattsson pêşlêkolîna bûyerê bi rê ve biriye.

Dozger Tomas Mattson dibêje gilîkerên dozê nêzîkê sed keçên di navbera 5 û 14 salan de ne ku bi rêya aplîkasyoneke telefonên zîrek a bi navê KIK marûzî çalakiyên cinsî bûne. Kesê gumanjêkirî keç tacîz kirine û kiriye ku wan wêneyên cinsî girtine û jê re şandine.  

Mattsson dibêje wî herwiha kiriye ku van keçan çalakiyên cinsî li ser xwe û kesên li dora xwe kirine.

Kesê gumanjêkirî ji 20 salan biçekî mezintir e û heta niha ji ber ti sûcî nehatiye ceza kirin. Di têkiliyên xwe yên li ser înternetê de wî temenê xwe li gor yê qurbaniyên xwe diyar kiriye. Zilêm beşek ji tiştên ku wî kirine qebûl kirine, lê sûcê tecawizkirina zarokan red dike.

Dozger Tomas Mattsson diyar dike ka bi qasî ku zilam di jiyana rastî de qurbaniyên xwe nedîtine wî çima doza tecawizkirina zarokan li ser zilêm vekiriye.

Mattsson dibêje li Dadgeha Bilind a Sveayê di encama dozekê de hatiye diyar kirin ku eger kesek çalakiyên tecawizê bi zora kesekî din li ser xwe bike kesê ku zorê li qurbanî dike dikare ji ber tecawizê were ceza kirin.

Ew dibêje berî niha diviyabû kesê gumanjêkirî bi xwe çalakiyên cinsî li ser qurbaniyan bikira da ku sûc weke tecawiz bihata dîtin. Lê li vir çalakiyên cinsî ku bi zarokan bi xwe li ser wan hatine kirin weke tecawizê tê dîtin.

Dadgehkirin gelekî berfireh e û dê bi 55 rûniştinên dadgehkirinê heta dawiya meha 5an berdewam bike. Piraniya dadgehkirinê dê li pey deriyên girtî were pêk anîn.

Ji ber ku zarokên qurbanî bin 15 salan re ne li dadgehê jêpirsîn û şahidî li ser wan nayê kirin. Li şûna vê vîdeoyên jêpirsînê ku polîs bi wan re kiriye dê werine bi kar anîn.

Ji ber bûyerên ku ew marûz mane zarok bi awayên cuda di bin tesîrên nebaş de ne. Tomas Mattsson dibêje piraniya van zarokan berî vê bûyerê jî hesas bûne û ev bûyer weke zerardana xwe bi xwe bi kar anîne.

Dozger Mattsson hêvî dike ku hem dadgeh hem jî civak dê taciz û destdirêjiyên ku li ser înternetê têne kirin cidî bibînin.

Ew dibêje cihê bûyerê odeyên keçan in. Aleta ku hatiye bi kar anîn înternet e. Divê li hemberî bûyerên ku li ser înternetê têne kirin tedbîr werine girtin da ku ev der ji bo sûcdarên cinsî nebe cihekî azadiyê. Ew dibêje divê mirov zanibe ku eger mirov li ser înternetê tiştekî ne di cihê xwe de bike mirov ê cezayê vê jî bixwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".