Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jinên bitenê êdî dikarin xwe bi derziyan avis bikin

Hat weşandin torsdag 14 januari 2016 kl 14.58
"Ev şeklê malbatê ji aliyê dewletê ve tê qebûl kirin."
(1:11 min)
Foto: TT
Wêne: TT

Jinên bi tena serê xwe dê êdî weke jin û mêrên bi hev re karibin bi rêya derziyan xwe avis bikin. Biryara ku vê destûrê dide jinên bi tena serê xwe doh li parlamenê hate qebûl kirin.

Berî niha li Swêdê jin û mêrên zewicî, yên hevjîn û yên ku weke partner qeydkirî bûn dikarîbûn bi rêya derziyan bibine xwediyê zarokan.

Lê ji 1ê nîsanê û pê de êdî jinên bi tena serê xwe jî dê karibin bi rêya derziyan xwe avis bikin.

Tenê Partiya Xristiyanên Demokrat û Demokratên Swêdê li dijî pêşniyazê bûn û bi vî awayî bi piraniyeke erênî pêşniyaz hate qebûl kirin.

Ji rêxistina Femmis Elida Kindh ev demeke dirêj bû ku ji bo jinên bi tena serê xwe vî heqî bistînin hewl dida.

Elida Kindh dibêje ji aliyekî ve êdî hewce nake ji bo tedawiyên wiha em biçine derveyî welat. Em ê di nava xizmeta tenduristiyê ya swêdî de bi swêdî karibin bi tena serê xwe malbatên xwe ava bikin. Lê tişta herî girîng ew e ku ev şeklê malbatê ji aliyê dewletê ve êdî tê qebûl kirin. Ji aliyê dewletê ve sînyalek tê şandin ku em bi temamî malbatên tam û normal in. Jixwe em tim wisa bûn, lê vêga dewlet jî vê qebûl dike.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".