Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alicia Vikandera swêdî namzeda Oscarê ye

Hat weşandin torsdag 14 januari 2016 kl 15.52
”Swêdî ji bo Oscarê namzed in.”
(1:19 min)
Sahneyek ji fîlmê "The Danish Girl" bi Alicia Vikander (li çepê). Wêne: AP/TT.
Sahneyek ji fîlmê "The Danish Girl" bi Alicia Vikander (li çepê). Wêne: AP/TT.

Îro namzedên xelata Oscarê hatine eşkere kirin. Di nav namzedên îsal de du swêdî jî hene. Alicia Vikander bi rola di fîlmê ”The Danish Girl” de ji bo karaktera duyem a baştirîn ji bo Oscarê weke namzed tê nîşan dan.

Fîlmê ”Hundraåringen som klev ut genom fönstret och försvann” jî ji bo makyajê baştirîn ji Oscarê re weke namzed hatiye nîşan dan.

Herwiha fîlmê danîmarkî yê bi navê ”A war” ku aktrîsa swêdî Tuva Novotny tê de dilîze ji bo fîlmê biyanî yê baştirîn weke namzed tê nîşandan.

Galaya Oscarê ku îsal ya 88an e dê 28ê meha duyem li Dolby Theatre li Los Angelesê were çê kirin.

Ji sala 1989an ve ye ku jineke swêdî ji bo Oscarê weke namzed nehatiye nîşandan. Wê salê Lena Olin di fîlmê ”Fiender – en kärlekshistoria” de weke namzed hatibû nîşan dan.

Swêdiya ku cara dawîn Oscar wergirt sala 1974an Ingrid Bergman bû ku di fîlmê ”Mordet på Orientexpressen” de ji bo karaktera duyem a baştirîn xelat wergirtibû.Ingrid Bergman sala 1956an bi fîlmê Anastasia xelata rola sereke ya baştirîn wergirtibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".