Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmtir penaber tên Swêdê

Hat weşandin torsdag 14 januari 2016 kl 16.37
"Rewşa hewayê û rewşa welatên din jî tesîr dike"
(1:58 min)
Kuvassa näkyy tiskin vasemmalla puolella vapaaehtoisia ja toisella puolella turvapaikanhakijoita.
Wêne: Anders Wiklund/TT.

Hejmara penaberên ku tên Swêdê ecêb kêm bûye

Lê li gor Christer Zettergren li Daîreya Koçê, Migrationsverket, kontrola nasnameyan li ser sînor tenê sedemek ji gelek sedeman e. Di biharî de rewş dikare dîsan were guhertin:

- Herdem di van mehên salê de hejmar kêmtir dibe, piraniya caran ji ber rewşa hewayê. Li gor pêşbîniyên me, em hesab dikin ku di meha 4-5an de dîsan hejmar zêdetir dibe, ji ber ku vê demê pêlên Deryaya Sipî nizimtir in û hewa jî germtir e, hesantir ku mirov werin vir.

Di 4ê meha 1ê de Swêdê dest bi kontrolên sînoran kir, û nasname li ser gemî, tirên û otobusên ji Danîmarkayê derbasî Swêdê dibin kontrol dikirin. Heftiya berî kontrol dest pê bikin, 2000 kes hatin Swêdê. Ew hejmar bû 1000 kes di van 7 rojên dawiyê de. Dema ku herî bêhtir penaxwaz dihatin Swêdê, di heftiyê de 10 000 kes derbasî Swêdê dibûn.

Li gor Christer Zettergren ne tenê kontrolan hiştiye ku ev hejmar wisa kêm bibe, lê belê bandora hewayê, serme û herweha rewşa welatên din jî tesîra xwe dike. Û ew herweha dibêje, tu nîşan tune ne ku xwestina mirovan ku jiyaneke baştir bi dest bixin kêmtir bûye.

- Çi tu rastî tahdeyê û zordariyê bibî, çi tu tenê bixwazibî jiyaneke baştir bi dest bixî, ev herdu sedemine xurt in ji bo ku mirov mixabin xwe bigihîne torên krîmînel û qaçaxçiyan, mirov belgeyên sexte bi kar tîne ji bo ku xwe bigihîne Swêdê yan Elmanyayê yan Danîmarkayê yan jî ka kîjan dever dibe bila bibe.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".