Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sendîkaya Kommunal bi skandalan diheje

Hat weşandin fredag 15 januari 2016 kl 10.22
Margot Wallström jî daîre standiye.
(6:23 min)
Kommunalarbetarförbundets lägenheter i Stockholm går inte till bostadsförmedlingen. Foto: TT.
Daîreyên Kommunalê li Stockholmê. Wêne: TT.

Sendîkaya karkerên şaredarî û parêzgehan Kommunal bi skandalan diheje. Partiyên têr-alkol, şowên seksê û restorantên bialkol çend çalakiyên ku li lokalên sendikayê têne çê kirin in.

Piştî ku skandalên sendîkayê derketine holê kasor û cîgirê serok ê sêyemîn ê sendîkayê Anders Bergström radihîne ku ew îstîfa dike.

Di rojnameya Aftonbladetê de tê nivîsîn ku sendîkaya Kommunal bi rêya şirketa Lyran li Stockholmê restoranta bialkol Metropol Palais û avahiya konferensan ya taybet Marholm bi rê ve birine. Restorant û avahiya konferansê bi 320 milyon kron zerar kiriye û derketiye holê ku li restorana Metropol Palais bi lîstikvaneke pornoyan a swêdî şowên seksê hatine çê kirin.

Vêga rojnameya Aftonbladetê eşkere dike ku sendîka herwiha xaniyên xwe yên li navenda Stockholmê bêyî dor û rêzeke nîzamî ji bo midûrên konfederasyona sendîkayan LOyê û Kommunalê û wezîra karûbarên derve Margot Wallström jî di nav de siyasetmedarên payebilind ên sosyaldemokrat re pêşkêş kirine.

Seroka sendîkayê Annelie Nordström ji endamên xwe lêborînê dixwaze. Lê ew bi xwe jî yek wan ji kesan e ku daîreyên luks wergirtine.

Annelie Nordström dibêje ez zanim ku divê em lêborînê bixwazin, divê endamên me ji ber ku pere li tiştên wiha ekstrem têne razandin bifikar nebin.

Bi qasî ku karê şirketên wan ne baş çûne sendîkayê dîsa jî pereyên zêdetir di van şirketan de razandine.

Kasorê sendîkayê Anders Bergström li ser çalakiyên aborî yên sendîkayê roja çarşemê ji Radyoya Swêdê re wiha diaxive:

Anders Bergström dibêje ez hewl didim nîşan bidim ku di pêşerojê de ev pererazandin ê karekî baş bînin û ez fêm dikim ku baweriya endamên me ya ji bo me zerar dîtiye.  

Li gor prensîpên sendîkayê divê hertişt di çarçoveyeke maqûl de were pêkanîn. Lê rapor nîşan didin ku tenê ji bo şîva Noelê zêdeyî 100 hezar kron ji bo alkolê hatiye xerc kirin û hesabê şîvê bi giştî zêdeyî 330 hezar kronî bûye ku bi pereyên endamên sendîkayê hatiye dan.

Zêdeyî nîv milyon endamên sendîkayê hene, piraniya van karkarên şaredarî û parêzgehan in. Zêdeyî ji sedî 80yî endaman jin in û piraniya wan bi meaşên hindik in.

Hacer Sojodinia hemşîre ye û endamê sendîkaya Kommunal e. Ew dibêje baweriya min bi sendîkayê nemaye û divê kesên ku ji van skandalan berpirs in ji kar werine avêtin.

Li restoranta sendîkayê Metropol Palais ya li Sveavägena Stockholmê çalakiyên balkêş têne li dar xistin. Di hin ji van çalakiyan de lîstikvanên pornoyê şowan dikin û partiyên şampanyayê têne çê kirin. Lê ev çalakiyên ku li lokalên sendîkayê têne kirin li dijî prensîpên sendîkayê yê hatine qebûl kirin in. Sendîka alîgiriya qedexekirina porno ya li hotelan dike û bi qaîdeyan ber li pererazadina li şirketên ku çalakiyên pornografîk dimeşînin girtine.

Anders Bergström dibêje me nikarîbû çalakiyên li lokalên xwe kontrol bike. Bergström dibêje mişteriyên ektrem lokalên me kirê kirine. Ji bo em karibin çalakiyên wiha red bikin kontroleke me ya baş a navxweyî nebû. Piştî ku ev bûyer di meha 10an de qewimî me ev kontrol jidandin. Gelekî xerab e ku ev derkete holê. Ji xwestina lêborînê pê ve tiştek ji destê min nayê.

Sendîkayê herwiha ji bo wezîra karûbarên derve Margot Wallström jî bêyî ku di dora xaniyan de bisekine li navenda Stockholmê daîreyek eyar kiriye.

Piştî ku ev diderkeve holê îro Wallström civîneke çapemeniyê çê kir û got Kommunalê ji min re derew kiriye û min nizanî bû ku wan ev kar li dijî qaîdeyan kiriye.

Wallström dibêje ez ji ber tevgera Kommunalê hêrs û xeyalşikestî me. Kommunalê ji min re derew kiriye û min nizanî bû ku daîre bi awayekî li dijî qaîdeyan ji min re hatiye eyar kirin. Piştî ku min ev bihîst min doh bi dest xwe re xebera valakirina daîreyê da şirketê û ez ê jê bar bikim.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".