Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

GAPF, Fadîme bi galayeke mezin bi bîr tîne

Hat weşandin fredag 15 januari 2016 kl 14.17
Wêne: Mark Earthy/TT

Rêxistina GAPF (Glöm aldrig Pela och Fadime/Pêla û Fadîme qet ji bîr neke) bi alîkariya 79 rêxistinên din, partiyên siyasî û weqfan di 14 saliya kuştina wê de Fadîme Şahîndal li 15 bajarên li Swêd û Fînlandê bi bîr tînin.

Çalakiya bîranînê ya li Stockholmê vê yekşemê, 17ê meha yekem, bi galayeke bi axaftin, muzîk, sohbet û nîşandana fîlm li Bernsê tê li dar xistin.

Herwiha 17 û 18ê meha yekem li Uppsala. Götebrog, Örebro, Malmö, Karlstad, Linköping, Gävle, Karlskrona, Norrköping, Helsingforsê jî çalakiyên bibîranînê têne li dar xistin.  

Ji Swêd, Norwec, Brîtanya û Kanadayê nûnerên ji rêxistin, partiyên siyasî û daîreyên dewletî beşdarî galaya li Stockholmê û çalakiyên bibîranînê dibin.

Wezîrê karûbarên hundirîn Anders Ygeman(S), wezîra edaletê ya kevin Beatrice Ask (M) û cîgira seroka GAPFê Gertrud Åström çend ji wan kesan in ku dê roja yekşemê di galayê de axaftinê bikin.

Fadîme Şahîndal jineke kurd a ji Elbîstana Mereşê bû. Dema ew sala 2002an ji aliyê bavê xwe ve bi behaneya namûsê li Uppsalayê hate kuştin ew 26 salî bû. Bavê wê bi cezayê miebed ê girtîgehê hate mehkûm kirin. 

Fadîme Şahîndal li Swêdê di pirsên şidet û kuştinên namûsê de bûye weke sembolekê.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".