Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Charlie Hebdo bêexlaqiyê dike yan şaş tê fam kirin?

Hat weşandin fredag 15 januari 2016 kl 15.17
Charlie Hebdo sînoran dibezîne!
(6:30 min)
Alan Kurdi och Charlie Hebdos karikatyr
Di karîkatura Charlie Hebdo de çend kes mîna wehşan pey jinekê dikevin û pirseke wiha tê kirin: ”Ku Alanê biçûk mezin bûba wê bûbaya çi?”

Karîkatura Charlie Hebdo ya li ser Alan Kurdî dibe sedema şîroveyên dijber. Hinek dibêjin kovar nijadperestiyê dike, hinek jî dibêjin ew nijadperestiya hundirê me radixe ber çavan.

Kovara fransî ya karîkaturan Charlie Hebdo dîsa di rojevê de ye.

Mijara ku vê carê wan şûjina xwe tê re kirine û bûye sebeba gotûbêjên germ karîkatureke li ser mihaciran e. 

Wêneyekî ku temsîla lawikê ku di behrê de xeniqî Alan Kurdî yê sêsalî dike heye. Li ber wêne bi firansî pirseke wiha hatiye kirin. ”Ku Alanê biçûk mezin bûba wê bûbaya çi? ”

Û di bin de çend xortên ku pey jinên ewrûpî dikevin hatine xêzkirin. 

Ji bo famkirina vê karîkaturê gereke haya mirov tozekê ji rojeva Ewrûpa ya vê dawiyê hebe. Loma berya em biçine ser reaksiyonên derheqê karîkaturê de em bi kurtî behsa yek ji mijarên herî girîng yên rojeva Swêd û Ewrûpayê bikin. 

Piştî pîrozbahiyên sersalê bi çend rojan li bajarê Kolnê, li Almanya derket holê ku di şahiyên pîrozbahiyên sersalê de bi sedan keç û jin rastî dest avêtin, tilîk avêtin û acizkirina cinsî bûne. Weke nimûne sê-çar xort li keçekê kom bûne û destên xwe avêtine laşê wê, neqûşk jê dane, tilîk tê re kirine, xwe pê hesikandine, laşê wê guvaştine.

Hate ragihandin ku piraniya van kiryarên xerab ji aliyê xerîban ve, nexasim xortên bi tenê xwe gihandine Almanya ve hatine kirin. 

Çend rojan piştî vê nûçeya li Almanya diyar bû ku di konser û festîvalên mezin yên vê dawiyê de li Swêdê jî ev yek hatiye serê gelek jinan, giliyê gelek kesan hatiye kirin. 

Li ser bê çima xortên xerîb wiha dikin, bê mirov dikare vê weke xisûsiyeteke kulturî, civakî nîşan bide yan na gelek gotûbêj di medyaya Ewrûpa de xuya dikin û vê heftiyê ev yek ji babetên herî germ bû. Uslûb carna pir hişk dibe. Girêdayî bê kê çi helwest girtiye xelk di çapemenî û torên civakî de hevûdin bi nijadperestî, faşîstî, cahilî û nezaniyê tawanbar dikin. 

Karîkatura ku Charlie Hebdo weşandiye jî di kelekela van gotûbêjan de hatiye çap kirin. Yanî mirov maneyeke wiha ji karîkaturê der dixe. Gelo eger Alan Kurdî di deryayê de nexeniqî ba, xwe bigehanda Ewrûpa û mezin bûba ew jî wî pey jinên ewrûpî biketa da tilî di wan re bikira? 

Ev karîkatura Charlie Hebdo di torên civakî de pêrgî gelek reaksîyonan, bi taybetî nerazîbûn û şermezariyan tê. 

Bi hezaran peyamên wiha têne dîtin:

”Charlie Hebdo ji heya û exlaq mehrûm e. Xuya ye haya wan qet ji dilsojî û rêzgirtina mirov re nîne”. 

”Charlie Hebdo azadiya fikir û azadiya dijinsanî tevlîhev kiriye”. 

”Charlie Hebdo ji bo pereyan her kirêtiyê dike”.

 ”Miriyan jî rehet nahêlin û jê re dibêjin huner”.

 ”Ev ne huner e, ne azadiya xweîfadekirinê ye, ne henek e. Ev heqaret e, kirêtiyê, bêwijdanî ye”.

”Ev kovar tim sînoran dadibezîne. Bila ew kesên ku nizanîbûn Charlie Hebdo çi ye û digotin ’Ez Charlie Hebdo me’ îro şerm bikin”. 

Di ber peyamên wiha re gazî têne kirin ku gereke Charlie Hebdo were boykot kirin û li hemberî wê kampanya werine dest pê kirin. 

Nerazîbûn ne tenê bi peyamên nivîskî ne. Hinek jî bi karîkaturan bersiva Charlie Hebdo didin. Karîkaturên ku xencera Charlie Hebdo di pişta Alanê ser dev û rû ketî re hatî çikandin têne belav kirin û kiryara Charlie Hebdo weke cara duyemîn kuştina Alan Kurdi tê îzah kirin. 

Gelek kes maneyeke rasîstî, nijadperestî ji karîkaturê derdixin û peydakirina parêzvanên karîkaturê pir kêm e.

Lê ew kêm kesên ku wê diparêzin dibêjin mebesta kovarê ne nijadperestî, lê berevajî tazîkirina nijadperestiyê ye, da her kesek di xwe de nijadperestiya xwe keşif bike. 

Peyameke wiha mirov dibîne:

”Gelekî hêsan e mirov karîkaturên kovarê şaş fam bike, lê ev tinaz hêz û helwestên dijbiyanî tazî dike. Ev rexneyeke dijwar li hemberî nijadperestiyê bi xwe ye”. 

Şîroveyeke din karîkaturê weke hostayiyeke mezin dinirxîne:

”Karîkatura dawî ya rojnameyê însanan bi heqîqeta mirov ya nexweş re rûbirû dihêle. Bi dijwariya tevlîhevî û encamên dilsojiyê re tîne beramber hev. Hostayiya bêhempa ya di vê karîkaturê de ew e ku helwesta me ya di jiyana rasteqîn de nîşanî me dide.” 

Şirovegerek din mînakê ji helwesta xwe dide:

”Ev karîkatur min gêj dike, nakokiyê bi min re çêdike. Ez neçar dimînim fikrên xwe yên ez bi wan serbilind berçav re derbas bikim. Weke nimûne; Alan Kurdî û hatina koçberan ya Ewrûpa. Ez bi xwe li gor prensîbên xwe piştgir û alîgirê hatina koçberan bûm. Lê bûyera destdirêjiya jinan hertişt serobinî hev kir. Destdirêjî yek ji encamên hatina koçberan ku min diparast e ye. Loma karîkatur dike ku ez ne bi awayê teorîkî û abstrakt lê di jiyana rojane de encama prensîbên xwe bibînim û ji xwe bipirsim bê ez çiqasî ji vêya re hazir im. Min mecbûr dike ez helwesta xwe ya rasteqîn diyar bikim”. 

Û em bi peyameke din dawî li gotûbêjên ser vê mijarê bînin.

”Charlie Hebdo tim sînor bezandine. Gava sînorên civakên din, yên xeyrî me dibezîne û ew civak li xwe nexweş dikin em wan fam nakin û êrîşên wan neheq dibînin. Vê carê ji ber ku Charlie Hebdo sînorên me dibezîne em ji nû bi xwe dihesin û li xwe nexweş dikin. Karîkatur dike ku em nijadperestiya xwe bidine dest”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".