Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Qanûn

Bila her hevwelatiyek bikaribe pêşniyazan bide parlemanê

Hat weşandin måndag 18 januari 2016 kl 13.00
”Pêşniyazên gelî” dikevine dewrê de
(4:10 min)
Olle Wästberg vill ha folkmotioner. Foto: Stefan Jerrevång / TT
Serokê heyeta lêkolîna demokrasiyê Olle Wästberg pêşniyazên gelî dixwaze. Foto: Stefan Jerrevång / TT

Bila her hevwelatiyek bikaribe pêşniyazan radestî parleman yan jî meclîsa şaredariyê bike. Ev daxwaza heyeta bi navê lêkolîna demokrasiyê ye.

.

Serokê lêkolîna demokrasiyê Olle Wästberg îro vê pêşniyaza xwe pêşkêşî hikûmetê dike û ew dibêje pêwistî bi îmkaneke wisa heye:

– Serê çar salan carekê em diçine ser sindoqên hilbijartinê. Gereke di navbera hilbijartinan de jî mirov bikaribin tesîrê li siyasetê bikin. Carê partiyên siyasî ev valahî didagirtin. Lê ji salên 80î ve hejmara endamên partiyên siyasî bi mîlyonek kes kêm bûye û partî bûne komên girtî yên taybet. Ev jî dike ku divê em riyên nû bibînin, da ku xelk karibin tesîrê li siyasetê bikin.

Di van salên dawî de sarbûneke ji siyasetê tê dîtin û hejmara endamên partiyan kêmtir bûye. Li gor hin lêkolînan tenê ji %15ê gel dibêjin di navbera du hilbijartinan de ew dikarin tesîrekê li siyasetê bikin.

Ev yek ji sebeban e ku Olle Wästberg dibêje nîşanî me dide da em riyên nû yên ku pêşiya xelkê vedikin peyda bikin. Sebebeke din li gorî Wästberg ji hev dûrketina xelkê ye.

– Di siyasetê de îro em qutûpbûneke mezin dibînin. Nuqteyên hevbeş gelekî kêm in. Tedbîra ku em li hemberî vêya bigrin ew e ku em sîstemên nû çê bikin û bihêlin zêdetir mirov di biryarên siyasî de bikaribin cî bigrin.

Olle Wästberg ji vê daxwaza xwe re dibêje ”pêşniyazên gelî”. Li gor daxwazê gereke dengdêr ji xeyrî hilbijartinan jî bikaribin pêşniyazan radestî parleman, meclîsa wîlayet û şaredariyê bikin. 

Halê hazir ji xwe li wîlayet û şaredariyan tiştekî bi navê ”pêşniyazên welatiyan” heye. Hevwelatiyê Swêd yan na her kesê li Swêd dijî dikare pêşniyaza xwe bişîne şaredarî û wîlayetan, lê awayê îro ne resmî ye.

”Pêşniyazên gelî” wê resmî bin û tenê kesên xwedîdeng, xwedîra wê bikaribin tê de beşdar bibin. Pêşniyaz ew e ku beşdarî bi riya înternetê were kirin.

– Li ser înternetê malpera demokrasiyê bila were ava kirin. Yê ku xwest bila bikaribe pêşniyazekê li wira binivîse û xelk bikaribin wê îmza bikin.

Eger ev pêşniyaz ji bo parlemanê be gereke ji %1ê dengdêrên Swêdê îmzeya xwe bavêjine bin pêşniyazê. Hingî eyn mîna pêşniyazeke resmî ew di parlemanê mecbûr dê were gotûbêj kirin. 

Li Fînlanda ji berê de îmkaneke wisa heye, heta hin qanûn bi vê riyê hatine nivîsandin û razîbûnek tê dîtin. 

Vê pêşniyazê serokê heyeta lêkolîna demokrasiyê Olle Wästberg îro radestî hikûmetê dike û li gor baweriya wî beşa pêşniyazê ya ji bo wîlayet û şaredariyan di demeke nêzîk de dikare bibe qaîdeyek, lê ya ji bo parlemanê bi texmîna wî dimîne piştî hilbijartina giştî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".