Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Krîz di xizmeta tendirustî li Köpingê

Hat weşandin måndag 18 januari 2016 kl 14.57
"Heger av tune be, karê me gelekî zehmet dibe"
(2:02 min)
Vattenläcka i Köping. Foto: Liselotte Karlsson/Sveriges Radio.
Wêne: Liselotte Karlsson/Sveriges Radio.

Doh bi şev, teqînek di depoyeke gelekî mezin li birca avê ya bajarê Köpingê qewimî, û tê texmînkirin ku ev teqîn ji ber vê sermaya dijwar e.

Bi wê teqînê, gelek av herikî û gelek xaniyan zirarên avê dîtin. Û ji ber vê herikînê, gelek kêmasî di xizmeta tendirustî ya wîlayeta Västmanlandê de çê bûne, û ji ber vê yekê jî, dê wîlayet çend çalakiyên xwe yên plankirî paş de bixîne. Ji ber vê yekê, wîlayetê haziriya xwe û rewşeke awarte kiriye.

Cîgira serokê nexweşxaneya Köpingê, Liselott Sjöqvist, dibêje:

- Heger av tune be, karê me gelekî zehmet dibe, çi şuştina destan be, çi avtêdana destşokê be, çi jî sarkirina alavan be. Ji ber wilo jî, piştî vê rewşa awarte, me biryar daye ku em çalakiyên xwe yên pilankirî li Köpingê paş ve dixin.

Baş e, û heger mirov nişka ve nexweş ket, mirov çawa bike? Sjöqvist dibêje:

- A herî baş ew e, ku xwe bigihîne akuta Västeråsê. Herhal, me berê ambulansên xwe hemû daye Västeråsê.

Liselott Sjöqvist dibêje ku giraniya wan herweha li ser wan nexweşên ku ji berê ve li nexweşxaneyê ne, ye. Ew dibêje ku 1000 lître av li wir danîne ji bo ku ew nexweş bikaribin bi kar bînin. Herhal, hîn jî ne xuya ye bê çalakiyên xizmeta tendirustî ya Köpingê dê kengî dîsan dest pê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".