Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bihayê kehrebayê di zivistanê de pir bilind dibe

Hat weşandin måndag 18 januari 2016 kl 16.19
Heger serma berdewam bike, kehrebe dikare hîn jî zêdetir bibe.
(1:22 min)
sz6956f7 elpris. Foto: Fredrik Sandberg/TT.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT.

Serma li Swêdê di ciyê xwe de dimîne, lê bihayê kehrebayê gelekî bilind dibe.

Di gelek malên swêdî de, fatûreyên kehrebeyê yên meha yekê dikarin gelekî bihatir bin. Li deverên derûdora Stockholmê û başûrê Swêdê, bihayê kehrebeyê dikare bi qasî 60% bilind bûbe, li gor rojnameya Svenska Dagbladet. 

Di payîzê de, nirxê kehrebeyê dîsan jî nizim bû. Lê dema ku serme tê, bikaranîna kehrebeyê jî zêdetir dibe û wê demê kehrebe jî bihatir dibe. 15ê meha yekê nirxê kehrebeyê 54 öre ji bo saeta kilowattê bû. Heger em vê nirxê bi nirxa destpêka salê re bipîvin, wê demê ew nirx 15 öre ji bo saeta kîlowattê bû.

Heger ev serma berdewam bike, nirxê kehrebeyê dikare hîn jî bilindtir bibe. Herweha hebûna av û hêza nukleer jî bandorê li nirxê kehrebeyê dike.

Tişteke din jî bandora xwe dike, ew jî agahiya ji aliyê şirketa kehrebê ya Vattenfall e, ku yek ji reaktorên xwe yên nukleer bigire, û ew yek berî dema ku hatiye pilankirin. Rojnameya Svenska Dagbladet eşkere dike ku heger sermayeke dijwar hate ser bi Swêdê ve, çêkirina kehrebeyê li gor pîvanên îro têr nake.

Di halê hazir de, gerek yek hesabê xwe bike ku kehrebe bi qasî 57% li seranserê Swêdê bi giştî bihatir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".