Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tedbîrên cezekirina aborî hember Îranê radibin

Hat weşandin måndag 18 januari 2016 kl 17.29
”Aborî bandorê li pirsa mafê mirovan nake”
(8:27 min)
Khalid Khayati, mamosteya zanista siyasî dibêje divê pirsa mafê mirovan li Îranê jî neyê jibîr kirin. Wêne:Ronald Zak/TT.
Khalid Khayati, mamosteya zanista siyasî dibêje divê pirsa mafê mirovan li Îranê jî neyê jibîr kirin. Wêne:Ronald Zak/TT.

Pişî tedbîrên cezekirina aborî yên giran hember Îranê di gelekê salan de nuha careke din rê ji Îran re vedibe û kare peywendiyên aborî û bazirganî bi cîhanê re deyne.


Ev biryara dîrokî ya rakirina embargo hember Îranê ji aliyê şefa pirsên siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê, Federica Mogherini, ve roja yekşemê hate pêşkêşkirin.

Li gor Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Yekîriya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî nuha Îran merc û şertên li ser hatibû danîn bi rakirina beşekî mezin ji bernameya xwe ya enerjiya atomî bi cî anîye.

Ev biserketineke diplomasî ye û gelekî giring e ji bo bergirtina belvbûna çekên atomî û şer di rojhilata navîn de, wezîra pirsên siyaseta derve ya Swêdê Margot Wallström wisa got derbarê rakirina embargo, ango tedbîrên cezekirinên aborî hember Îranê.

Ev biryar hat piştî organa enerjiya atomî ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku nuha Îran mercên ji aliyê cîhanê ve li ser hatibûn danîn bi cî anî ye, herçend ji aliyê Îranê ve herdem digotin mebesta bi bernameya enerjiya atomî ya welatî ve aştiyan e ye û ne gefeke hember kesekî.

Hans Blix, birêvebirê giştî yê berê yê organa enerjiya atomî ya navneteweyî derbarê vê biryara dîrokî erênî ye:

-Li gor min ev biryareke gelekî baş û erênî ye. Ev bi xwe xaleke giring e di rêyeke dirêj de Beriya nuha amerîkî tehdîda şer li Îranê kiribûn lê bi vê biriyarê re gerek ev tehdîd û gef nema be. Hans Blix, birêvebirê giştî yê berê yê organa enerjiya atomî ya navneteweyî di hevpeyvîna beşê nûçeyên telefizyona Swêdê, SVT, de.

Nuha dê organa eneriya atomî ya Neteweyên Yekgirtî bi berdewamî Îranê kontrol bike û ku Îran dûrî çêkirina çekên atomî be.

Ev embargo û cezekirinên giran hember Îranê di gelekê salan de dirêj kiriye û nuha êdî rê vekirî ye ji bo avakirina peywendiyan û bazirganiyê bi cîhanê re.

Derbarê vê biryarê Khalid Khayati, mamosteyê beşê zanista siyasî li zanîngeha Linköping, dibêje dê rê ji peywendiyên aborî yên berfireh re vebin û di nav wan de bi Swêdê re jî.

Lê ew bi xwe embargo û tedbîrên cezekirina aborî hember Îranê ne kêşe û astenga herî mezin dibîne. Pirsa mafê mirovan û asta bilind ya bidarvekirina mirovan pirsa herî mezin dibîne îro li Îranê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".